Piştî perwerdeya navxweyî ya Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, sertîfîka ji 50 perwerdekarên ku dikarin li Zarokistanan bixebitin re hatin dayîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi têgihiştina xwe ya şaredariya gel, piştgirî dide pêşveçûna tendurist a zarokan, perwerdeya pirzimanî û wekheviya di perwerdeyê de. Di vê çarçoveyê de, semînera perwerdehiya navxweyî ya ku ji hêla Midûriyeta Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve di bernameya Zarokistan Kreş û Pêşdibistanê de hatibû organîzekirin, bi dawî bû.
Piştî semînera 6 rojan, li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê merasîma sertîfîkayê hat lidarxistin. Alîkara Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zerin Turk, Serokê Daîreya Xizmetên Civakî Omer Saman, endamên meclîsa şaredariyê û perwerdekar beşdarî merasîmê bûn.
Ji zarokan re jîngeheke perwerdeyê ya wekhev û pirzimanî dê bête pêşkêşkirin
Piştî bernameya perwerdehiyê ya dijwar, 50 perwerdekar bi sertîfîkayên xwe dikarin li Zarokistanan dest bi kar bikin. Perwerdekar, bi perwerdehiya ku di warên wek wekheviya zayendî ya civakî, perwerdehiya pêşdibistanê, parastin û ewlehiya zarokan, ekolojî, drama û mafên zarokan de dîtine, dê bikaribin ji zarokan re jîngeheke perwerdehiyê ya ewle, wekhev û pirzimanî pêşkêş bikin.
Â