Print this page

Li Navendên Danûstandinê stantên "Çareseriya Li Cih" hatine danîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo pêşxistina rêbazên gihîştin û ragihandinê ji bo şaredariya beşdar, dawiya hefteyê li 4 navendên kirîn-firotinê yên cuda stantên "Çareseriya Li Cih" danîn.

Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, ji bo ku gel hêsantir xwe bigihîne rêveberiyên xwe yên herêmî, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, dawiya hefteyê li 4 navendên kirîn-firotinê yên li navçeya Kayapinarê stantên "Çareseriya Li Cih" vekirin. Welatiyên ku eleqe nîşanî stantan dan, daxwaz û pêşniyarên xwe ji xebatkarên peywirdar re ragihandin.

Her wiha, di çarçoveya lêkolîna bandor û têgihiştina xizmetên Şaredariya Bajarê Mezin de, li ser bendewariyên wan ên ji şaredariyê hat pirsîn.

Rêvebera Serokatiya Daîreya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel Berîvan Guneş ku li stantan pêşwaziya welatiyan dikir, bi karmendên xwe re li daxwaz û pêşniyarên gel guhdarî kir û ew tomar kirin.

Li stantan, her wiha bultenek ku xizmetên Şaredariya Bajarê Mezin ên 6 mehên dawî dihewîne, li welatiyan hat belavkirin.

 

Image Gallery