Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hunermenda Opera/Şanê ya navdar a cîhanê Perwîn Chakar bi hezkiriyên hunerê re tîne cem hev. Chakar, piştî ku 2 rojan perwerdeyê bide, dê bi 10 kesan re derkeve ser dikê.
Di çarçoveya çalakiyên ku ji aliyê Daîreya Çand û Karên Civakî ve hatine organîzekirin de, Hunermenda Operayê Perwîn Chakar dê di 10-11’ê Îlona 2025an de li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê perwerdeya masterclass a muzîk/şanê bide û paşê dê bi xwendekaran re derkeve ser dikê.
Perwerdeya taybet ji bo 10 kesan, konser di dawiyê de
Di bernameya perwerdehiyê ya du rojan de, Chakar dê perwerdeya yek bi yek bide 10 kesên di navbera 18-30 salî de ku bi muzîkê re eleqedar in û dê werin hilbijartin. Jêhatiyên ciwan dê fersendê bibînin ku ji ezmûnên hunermendê sûd werbigirin û di dawiya bernameyê de dê bi Chakar re konserekê bidin.
Beşdarbûn belaş e, serlêdanan dest pê kirine
Perwerde dê di navbera saet 11:00-17:00 de pêk werin û beşdarbûn bi temamî dê belaş be. Adayên ku dixwazin serlêdanê bikin, divê forma li ser lînka https://www.diyarbakir.bel.tr/basvuru-formu/ tijî bikin û qeydên vîdyoyê yên ku tê de herî kêm du berhem dibêjin, heta 1ê Îlonê, roja Duşemê, bişînin navnîşana masterclass.pervinchakar@gmail.com an jî bi hejmara +90 542 307 57 53 re têkilî daynin.
Şertê berhema kurdî
Ji bo beşdarên bernameya masterclassê, yek ji du berhemên ku dê bişînin, şert e ku Kurdî be.
Â