Print this page

Hevşaredar Bucak serdana qada kolandina Qotê Berçem kir

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, serdana Qada Kolandina Qotê Berçem ku yek ji cihên herî kevnar ên niştecîbûna mirovahiyê ye, kir û der barê xebatan de agahî wergirt.

Serdana Hevşaredar Bucak, ku di gel Hevşaredara Erxeniyê Birsen Azak, Alîkarê Sekreterê Giştî yê DBB’ê Ozgur Yildiz û xebatkarên Midûriyeta Şaxa Çand û Turîzmê ya DBB’ê bû, li navçeya Erxeniyê pêk hat.

Hevşaredar Bucak agahî wergirt

Hevşaredar Bucak û şandeya pê re, ji aliyê Serokê Kolandinê Doç. Dr. Savaş Sarialtun û tîma kolandinê ve hatin pêşwazîkirin. Sarialtun ku di heman demê de mamosteyê Zanîngeha Çanakkale Onsekiz Martê ye, der barê xebatan de agahiyên berfireh dan. Sarialtun diyar kir ku Deşta Erxeniyê ji aliyê arkeolojiyê ve yek ji girîngtirîn cihên niştecîbûnê yên Mezopotamyayê ye û Qotê Berçem jî hem navenda çanda Paleodicle ye hem jî wekî xala veguhêz a dîroka mirovahiyê tê qebûlkirin.

Sarialtun anî ziman ku nîşanên yekem ên çandiniyê yên berî 10 hezar salan li Qotê Berçem hatine dîtin û yekemîn arastekirina meydanê jî li vir derketiye holê. Sarialtun her wiha destnîşan kir ku ev qad yek ji kevintirîn niştecîbûnên cîhanê ye.

Hevşaredar Bucak û şandeya pê re, piştre serdana Muzexaneya Hewayî ya Çiyayê Berçem kirin û der barê pêşketina kolandinê û girîngiya dîrokî ya herêmê de agahiyên hûrgilî wergirtin.

Hevşaredar Bucak, bi jinên karker ên li qada kolandinê re jî civiya û ji wan re di xebatên wan de serkeftin xwest. Piştî hevdîtinê, Bucak bi tîma kolandinê re li ser tiştên ku dikarin bên kirin nêrînên xwe parve kir.

Piştre serdana Mala Kolandinê ya li Lîseya Fenê ya Erxeniyê jî hat kirin. Xebatên kolandinê yên bi serokatiya Doç. Dr. Savaş Sarialtun heta 31’ê Kanûnê dewam dikin.

Şikeftên Hîlarê

Hevşaredar Bucak, piştre serdana Şikeftên Hîlarê ku di lîsteya demkî ya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO’yê de cih digirin, kir. Hevşaredar Bucak, li ser qada ku navendeke turîstîk û çandî ye, li ser xebatên danasînê agahî wergirt û her wiha der barê kêmasiyên rêkûpêkkirina derdorê de jî nêrîn hatin guhartin.

 

Image Gallery