Print this page

Hevşaredar Bucak, li Erxenîyê bi muxtaran re civiya

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li Erxenî bi muxtaran re civiya û diyar kir ku ji bo zêdekirina beşdariya gel li ser asta herêmî, nîqaşên bi muxtaran re gelekî girîng e.

Serokatiya Çapemenî û Têkiliyên Gel a Şaredariya Bajarê Mezin, bi armanca beşdariya gel a di rêveberiya xwecihî de, civînên xwe yên bi muxtaran re didomîne. Di vê çarçoveyê de Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredara Erxenîyê Bîrsen Azak Bayar û Hevserokê Bajêr ê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Abbas Şahîn, li navçeya Erxenî bi muxtaran re civiyan.

'Di avakirina demokrasiya herêmî de cihê muxtaran girîng e'

Di civîna li Salona Konferansê ya Şaredariya Erxenî de, Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn axaftina vekirinê kir û bal kişand ser pêvajoya guherîn û veguherîna di siyasetê de û destnîşan kir ku muxtar yek ji girîngtirîn gavên avakirina demokrasiya herêmî û xwecihî ne.

Hevşaredar Bucak: Em dixwazin pêşniyarên we yên cuda jî bibihîzin

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak jî anî ziman ku Erxenî yek ji navçeyên herî mezin ên Amedê ye û got ku bi mezinbûnê re pirsgirêk jî zêde dibin. Hevşaredar Bucak bal kişand ser pirsgirêkên binesazî, av û rêyên ku di rojeva sereke ya navçeyê de ne û wiha got: “Îro em dixwazin ji bilî van, rojevên cuda û pêşniyarên we yên din jî bibihîzin. Ji roja ku em hatin hilbijartin 16 meh derbas bûn. Em ji karûbarên av, binesazî, kanalîzasyon û rêyên 17 navçeyên xwe berpirsiyar in. Kapasîteya budçe û xebatkarên me ji bo 17 navçeyan têrê nake, lê ev ji bo me ne hincet e. Heke em tiştên ku me kirine parve dikin, beramberî wê heye; şaredariya me cihekî ye ku gel dikare hesab jê bipirse û çavdêriyê bike.”

'Divê em beşdariya herêmî nîqaş bikin'

Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya nirxandina pêvajoya siyasî û nexşerêya ku wê bê amadekirin û got, "Divê em nîqaş bikin ka em dikarin bi avahiyên herêmî re çi bikin û em çawa dikarin beşdariya demokratîk zindî bikin."

Di civînê de muxtaran jî bi taybetî pirsgirêkên binesazî, kanalîzasyon û avê anîn ziman.

'Em ê bi Erxenîyê re zêdetir eleqedar bibin'

Hevşaredar Bucak daxwaz û pêşniyarên muxtaran tomar kir û destnîşan kir ku xebatên rê yên ku ji aliyê muxtaran ve hatine xwestin, di çarçoveya bernameya veberhênanê ya salên 2025-2026'an de tên nirxandin. Hevşaredar Bucak got, "Ev civînek bû ku me kêmasiyên xwe dîtin" û soz da ku ji niha û pê ve ew ê bi Erxenî re zêdetir eleqedar bibin.

Li 25 gundan xebatên sondajê wê dest pê bikin

Derbarê daxwazên muxtaran ên li ser av û kanalîzasyonê de, Alîkarê Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Serdar Aslan jî ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên qutbûna avê, di rojên pêş de wê li 25 taxan xebatên sondajê dest pê bikin.

 

Image Gallery