Hevşaredar Bucak, li maça Amedspor-Erzurumsporê temaşe kir

Hevşaredara Bajarê Mezin, Serra Bucak, li Stadyûma Amedê temaşeyî maça Amedspor-Erzurumsporê kir.

Amedspor a ku di Lîga 1ê de têdikoşe, di maça xwe ya duyemîn a lîgê de li Stadyûma Amedê mazûvaniya Erzurumsporê kir. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak, Waliyê Amedê Murat Zorluoglu, Serokê Kulûba Amedsporê Burç Baysal, parlamenter û hevşaredarên navçeyan bi hev re maç temaşe kirin.

Amedsporê ku ji aliyê alîgiran ve hate destekkirin, di maça xwe ya yekemîn a li mala xwe de bi Erzurumsporê re 2-2 wekhev ma.

Bi vê encamê, Amedspor di lîgê de derket rêza 17an û dê hefteya bê mazûvaniya Sivassporê bike.

 

Image Gallery