Li taxa Qubaxidrê di civîna jinan de Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak axivî û bal kişand ser girîngiya hevkariyê û afirandina ramanan da ku têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan bêtir deng veda û jin bihêztir bibin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo guhdariya pirsgirêkên jinan û peydakirina çareseriyan dest bi civînan kiriye û ev civîn didomin. Di vê çarçoveyê de, ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve li Taxa Qubaxidir a navçeya Rezan (Baxlar) civînek bi jinan re hate lidarxistin. Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, Hevşaredara Rezan Leyla Ayaz, xebatkarên Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê û Navenda Piştevaniya Jinan a Kardelen tevlî vê civînê bûn.
'Em dixwazin bizanibin ka jin çawa dijîn'
Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, ku di civîna ku jinan eleqeyek mezin nîşan da de axivî, diyar kir ku ew demeke dirêj dixwazin bi jinan re werin cem hev û got ku ew dixwazin guh bidin pirsgirêk û daxwazên jinan. Ayaz anî ziman ku ev sal û nîveke ji bo gel xebatan dimeşînin û got, “Em zanin kêmasiyên me hene. Hûn ê jî wan bînin ziman. Ji bilî pirsgirêkên av, rê û kanalîzasyonê, em dixwazin li ser wê yekê biaxivin ku jin çawa dijîn.”
Hevşaredar Ayaz herwiha bal kişand ser wê yekê ku jin ji bilî xebatên malê û lênêrînê, rastî şîdeta mêran jî tên û girîngiya axaftina vekirî ya li ser pirsgirêkan anî ziman.
'Jin di hemû qadên jiyanê de rastî şîdetê tên'
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak jî anî ziman ku şîdeta li ser jinan yek ji pirsgirêkên herî girîng e û got, “Jin di her qadên jiyanê de rastî şîdetê tên. Di vê nuqteyê de girîng e ku jin têkoşînek rêxistinkirî bimeşînin. Em hevdu nas dikin, divê em guh bidin hev. Em dizanin ku têkoşîna li dijî şîdetê zehmet e. Lê em bawer dikin ku em jin dikarin bi hev re li ser vê mijarê biaxivin û ji hev re bibin çare.”
Hevşaredar Bucak bi bîr xist ku hem Şaredariya Rezan hem jî ya Bajarê Mezin ji bo jinan xebatên girîng dimeşînin û got, “Em dixwazin civînên ku em bi jinan re rû bi rû karin li ser her tiştî biaxivin hebin.”
'Divê em bi hev re fikran biafirînin'
Bucak bi bîr xist ku van rojên borî jinek li Rezanê bi destê mêrê xwe ve hatiye qetilkirin, vê yekê wek rewşeke gelek biêş bi nav kir û bal kişand ser girîngiya hevkariyê û afirandina ramanan da ku têkoşîna di vî warî de bêtir deng bide û jin bihêztir bibin.
Jinan pirsgirêkên xwe anîn ziman
Di civînê de jinan pirsgirêk, daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman.
Bername bi govendê bi dawî bû
Di dawiya civînê de broşûrên ku agahiyên têkiliyê yên saziyên ku di warê şîdetê de piştgiriyê didin jinan, hatin belavkirin. Hevşaredar Bucak jî got ku wê pirsgirêkên jinan tomar bike û ji bo çareseriyê wan bişopîne.
Bername, bi govendgirtina Hevşaredar Bucak bi jinan re bi dawî bû.