Print this page

Atolyeya zayenda civakî ji bo jinên ku ji beşdarî kursên şaredariyê bûne

Di vê atolyeyê de, jinên ku ji bernameya perwerdeyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê sûd wergirtin, atolyeyeke li ser wekheviya zayendî li Navenda Jiyana Jinan ya Koşuyoluyê pêk anîn.

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku jin di jiyana rojane de serbixwe bibin û di warê pîşeyî de xurtir bibin, bernameyên perwerdeyê bi xebatên wekheviya zayendî piştgirî dike.

Li Navenda Jiyana Jinan a Koşuyoluyê ji bo jinên ku beşdarî bernameya perwerdehiyê ya lênêrîna klîma, kombî û petekan û sazkirin û tamîrkirina mobîlyayan bûn, atolyeyeke li ser wekheviya zayendî hat lidarxistin, ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatan ve di 1'ê Tîrmehê de dest pê kir.

Cudakarî çi ye?

Necla Gun, xebatkara DÎKASUM’ê ku atolye birêve bir, ligel jinan li ser mijarên "Cudakarî çi ye, kîjan rewş weke cudabûnê tên pênasekirin, newekheviyên li ser zayendî, têgeha wekheviya zayendî" nirxandin kirin.

Derbarê gavên hiqûqî de agahî hatin dayîn

Di atolyeyê de, jin bi aktîvî beşdarî nîqaşan bûn, li ser cureyên cudabûnê yên ku ji serpêhatiyên xwe yên şexsî hatine dîtin, nîqaş kirin. Herwiha di atolyeyê de derbarê saziyên ku di dema tundûtûjiyê de an jî di dema rûbirûbûna tundûtûjiyê de serî lê didin, çi dikare bê kirin û gavên hiqûqî de agahî hatin dayîn.

'Atolye bi fêde bû'

Di dawiya atolyeyê de, broşûrên ku navend û agahiyên pêwendiyê yên saziyên ku di rûbirûbûna tundûtûjiyê de dikarin serî lê bidin, hatin belavkirin.

Jinên beşdarî atolyeyê bûn, diyar kirin ku atolye ji bo wan bi fêde bûye û daxwaz kirin ku atolye berdewam bike.

 

Image Gallery