Print this page

Qeydên bo 15emîn Tûrnûvaya Tenîsê ya Amed Cupê dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo welatiyên 13 salî û mezintir 15emîn Tûrnûvaya Tenîsê ya Amed Cupê li dar dixe û tomarkirinên wê dest pê kirin.

Ev tûrnûva ji aliyê Serokatiya Daîreya Ciwan û Sporê ve tê organîzekirin, da ku sporvanên jêhatî bên kifşkirin û welatî bi sporê re werin cem hev. Tûrnûva dê di çar kategoriyên cuda de, ji bo jin û mêran, pêk were.

Serlêdan heta 31ê tebaxê dê bidomin

Di tûrnûvayê de, ku sporvan dê jêhatiya xwe nîşan bidin, pêşbirkên kategoriyên takekesî yên jin û mêr ên 13 salî û mezintir bi rêbaza bêjandinê dê bêne lîstin. Serlêdanên tûrnûvayê di navbera 22-31ê Tebaxa 2025an de ne. Serlêdan dê bi rêya vê lînkê werin kirin: https://docs.google.com/forms/d/16VSnJXATxwgm_YR8DU5S3LpK5VrYoMdbSqlduS7SFxk/edit. Piştî ku serlêdan hatin girtin, format, bernameya maçan û hûrgiliyên din ên tûrnûvayê dê di grûbeke Whatsappê de bên parvekirin.

Dê pişk di 1ê îlonê de bê avêtin

Ji bo ku beşdarên tûrnûvayê werin diyarkirin, di 1ê Îlonê de li Serokatiya Daîreya Ciwan û Sporê ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê, dê pişk bê avêtin. Destpêkirina tûrnûvayê jî dê di 3yê Îlonê de, saet 19.00an de, li Kortên Tenîsê yên Park Ormanê pêk were.

Tûrnûva di 3yê îlonê de dest pê dike

Pêşbirkên tûrnûvayê dê di navbera 3-14ê îlonê de li Kortên Tenîsê yên Kompleksa Sporê ya Aştiyê ya Şaredariya Kayapinarê werin lîstin. Ji sporvanên ku di tûrnûvayê de dereceyan bistînin, dê kûpayên wan werin dayîn. Her wiha di hemû kategoriyan de xelat jî dê bên belavkirin.

 

Image Gallery