Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên manê yên xwendekarên zanîngehê û piştgiriya wan, qeydên nû yên Mêvanxaneya Xwendekarên Keç da destpêkirin.
Şaredarî di çarçoveya projeyên şaredariya civakî de, xebatên xwe didomîne da ku pirsgirêkên manê yên xwendekarên ji derveyî bajêr çareser bike. Di vê çarçoveyê de, li Taxa Yenîşehîrê, li Kolana Yildizê, Mêvanxaneya Xwendekarên Keç a bi 136 ode û 391 nivînan ku di bin Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî de xizmetê dide, qeydên nû dest pê kirin.
Serlêdan heta 12ê Îlonê didomin
Serlêdan dê di navbera 27ê Tebaxê û 12ê Îlonê de bên kirin. Pêş-qeyd dê li ser malpera https://yurt.diyarbakir.bel.tr/ bêne kirin, qeydên dawî jî dê ji Midûriyeta Mêvanxaneya Xwendekarên Keç bên wergirtin. Her wiha xwendekar dikarin ji bo agahiyên berfirehtir li Alo 153 telefon bikin.
Hemû pêdiviyên xwendekaran hatine fikirkirin
Mêvanxaneya Xwendekarên Keç ji zemîn û 8 qatan pêk tê û li wir gelek cihên wekî xwarinê, pirtûkxane, odeya komputerê, kantîn, odeya etûdê, odeyên cilan, odeya mêvanan, mitbax, revîr, buroyên îdarî û bexçeyek hene. Mêvanxane, bi taybetî ji bo zarokên malbatên bi dahata kêm hatiye amadekirin.