Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo zarokên taxa Ben û Sen a navçeya Yenîşehîrê, çalakiya avjeniyê li dar xist. 120 zarok beşdarî vê çalakiyê bûn.
Şaredariya Bajarê Mezin, xebatên xwe yên ji bo pêşveçûna tendurist û civakîbûna zarokan didomîne. Di çalakiyeke ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Zarokan a Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve hatibû organîzekirin de, 120 zarokên ji taxa Ben û Sen a Yenîşehîrê, hem perwerdehiya avjeniyê dîtin hem jî rojeke xweş derbas kirin.
Zarok bi wesayitên şaredariyê, birin Melevanîgeha Nîv Olîmpîk a Seyrantepê ya li navçeya Yenîşehîrê û li wir ji bo wan bone û berçavkên avjeniyê hatin dabînkirin. Zarokan bi perwerdehiyên ji aliyê perwerdekarên pispor ve hatin dayîn, perwerdehiya avjeniyê dîtin û di heman demê de kêfa xwe jî kirin.
Di çalakiyê de ji zarokan re îkram hatin kirin. Di dawiya bernameyê de, zarok bi wesayitên şaredariyê dîsa birin malên wan.