Print this page

Tîmên DBB'ê dê di lîgên Akademiya Elît de têbikoşin

Tîmên U14, U15 û U19 yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBB), mafê beşdarbûna Lîgên Akademiya Elît ku ji aliyê Rêveberiya Pêşxistina Futbolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) ve têne organîzekirin, bi dest xistin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwan û Werzîşê, ku ji bo dîtin, pêşxistin û piştgirîkirina jêhatîbûnên ciwan xebatên xwe didomîne, ji bo sezonên 2025-2026'an, ji bo beşdarbûna Lîgên Akademiya Elît, serî li TFF'ê dabû.

Di encama nirxandina TFF'ê de, ji ber ku şert û mercên sazûmanî û tesîsan ji bo tîmên Diyarbakir Buyukşehir Belediyespor guncav hatin dîtin, mafê beşdarbûna wan di Lîgên Akademiya Elît de hate dayîn.

Tîma futbolê ya U19'an ji testên performansê derbas bû

Tîma futbolê ya U19'an, ku mafê beşdarbûna Lîgên Akademiya Elît bi dest xist, ji bo ku pêşketina werzîşvanan bigihîne asta herî bilind û plansaziyên rahênanê li ser bingeha zanistî çêbike, bi rahênerên performansa atletîk re derbasî testên performansê yên berfireh bûn.

Derfeta mezin ji bo werzîşvanên ciwan

Lîgên Akademiya Elît, lîgeke taybet in ku tîmên U14, U15 û U19 yên klûbên futbolê yên profesyonel tê de cih digirin û armanc dikin ku lîstikvanên ciwan di şert û mercên guncav de futbolê bilîzin. Bi van lîgan re, werzîşvanên ciwan hem derfetên pêşketinê yên werzîşî bi dest dixin hem jî ji bo jiyana xwe ya futbolê ya profesyonel bingeheke xurt ava dikin.

 

Image Gallery