Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, tekezî li ser wê yekê kir ku deriyê Navendên Jiyanê ya Jinan ji hemû jinan re vekirî ye. Ev daxuyanî piştî merasîma sertîfîkayê ya ji bo 33 jinên ku perwerdehiya teknîkî dîtine, hat dayîn.
Perwerdehiya teknîkî ji bo jinan
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Mezin, li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê, perwerdehiyeke du mehan li dar xistibû. Armanca perwerdehiyê ew bû ku jin di warên teknîkî de xurtir bibin û di civakê de zêdetir bêne dîtin. Di vê çarçoveyê de, 27 jinan perwerdehiya lênêrîna kombî û petekan, 6 jinan jî perwerdehiya sazkirin û tamîrkirina mobîlyan dîtin.
Merasîma sertîfîkayê
Merasîma dayîna sertîfîkayê li Navenda Jiyanê ya Jinan a Koşuyoluyê hat lidarxistin. Hevseroka Şaredariyê Serra Bucak, endamên Meclîsa Şaredariyê, Alîkara Sekreterê Giştî Zerin Turk û Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer beşdarî merasîmê bûn.
Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer di axaftina xwe de diyar kir ku ev kurs ji kursên asayî yên ku rolên zayendîparêz xurtir dikin, cuda ne û bal kişand ser eleqeya zêde ya jinan. Sumerê herwiha anî ziman ku daxwazên beşdaran dê di plansaziya kursên pêşerojê de bên bikaranîn.
Bucak: "BaÅŸ e ku em jin bi hev re ne"
Hevseroka Şaredariyê Serra Bucak jî girîngiya Navendên Jiyanê ya Jinan anî ziman û got: "Çêkirina cihên ku jin xwe lê baş hîs bikin û zanîna xwe zêde bikin, pir girîng e." Bucak spasiya hemû jinên beşdar kir û wiha got: "Em jin baş e ku em hene, baş e ku em bi hev re ne, baş e ku ev yekîtî û piştevanîya jinan mezin dibe."
Di dawiya axaftina xwe de, Bucak bang li hemû jinan kir û got: "Deriyên Navendên Jiyanê ya Jinan ne tenê ji bo beşdarên kursan, lê ji bo hemû jinên li taxê, yên ku pirsgirêk, pêşniyar an jî pêdiviyên wan hene, vekirî ne."
Piştî axaftinan, ji bo 33 jinên ku di perwerdehiyê de serkeftî bûne, sertîfîka û plaket hatin dayîn. Di dawiya merasîmê de, jineke beşdar, şalekî ku bi destên xwe hûnandibû, diyarî Hevserok Bucak kir.
Â