Print this page

250 hezar qerenfîlên çînî tên çêkirin

Midûriyeta Park û Baxçeyan, ku berê hilberîna kulîlkan wekî du deman (havînî û zivistanî) dida destpêkirin, niha guhertinek bingehîn di vî karî de çêkiriye. Tîmên şaredariyê, di qonaxa yekem de dê 250 hezar ji van kulîlkên nû li xaçerê û refujên bajêr bi kar bînin.

Qerenfîlên çînî, di serayên Midûriyeta Şilbe ya TOKÎ'yê de tên çêkirin. Ji ber ku dema kulîlkdayîna wan dirêj e, mesrefa wan a parastinê kêm e û li gorî gelek şert û mercên avhewayê guncav in, ev kulîlkên bi rengên spî, pembe, sor û mor, dê werin çandin.

Park, refuj û xaçerê dê bi kulîlkan werin xemilandin

Midûriyeta Park û Baxçeyan, ji bo estetîka bajêr zêdetir bike û qadên kesk rengîn bike, ev proje daye destpêkirin. Piştî ku çêkirina qerenfîlan bi dawî bibe, ew ê li park, refuj û xaçerêyên navçeyên Yenîşehîr, Rezan, Peyas û Sûrê bên çandin.

Di nûçeyê de hat ragihandin, ku heke ji vê projeyê encamên baş werin girtin, dê di pêşerojê de hilberîna qerenfîlan zêdetir bibe.

Her wiha Midûriyet, hilberîna cûrbecûr kulîlkan jî didomîne û daxwazên welatiyan û saziyên giştî yên ji bo kulîlkan jî bicîh tîne. Tîmên hilberînê, bi tovên ku ji qadên kesk berhev dikin, çêkirina darên wekî çamên Îranî, selwiyên reş û şîn jî didomînin.

 

Image Gallery