Şaredariyê li dijî tundiya ser jinan dest bi xebateke hevpar kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi hevkariya 4 şaredariyên navçeyên navendî (Sûr, Rezan, Peyas û Yenîşehîr) dest bi xebateke hevpar kiriye ku armanca wê hişyarkirina civakê li ser tundiya ser jinan û xurtkirina piştgiriyê ye. Di çarçoveya vê xebatê de, heta niha gihîştine 1771 jinî.

Li 7 xalên bajêr gihîştin jinan

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariyê û Midûriyetên Polîtîkayên Jinan ên navçeyan, di 10ê Tebaxê de li Parka Koşuyoluyê dest bi vê xebatê kirin. Weke xalên hevdîtinê yên din, Parka Hz. Silêman, Sumerpark, Parka Newrozê, Deriyê Cot (Deriyê Çiyê), Meydana Bajêr û Parkorman jî hatin hilbijartin.

Di dema xebatê de, bi jinan re rû bi rû hat axaftin û bi giştî 1438 broşûrên "Tora Tundiyê" û 333 broşûrên Navenda Lêkolîn û Bicîanîna Pirsgirêkên Jinan a Amedê (DÎKASUM) hatin belavkirin.

Armanc: Piştgirî û hişyariya civakî

Ev xebat ji bo nîşandana ku jin li hemberî tundiyê ne bi tenê ne, ragihandina saziyên ku ew dikarin serî li wan bidin, xurtkirina piştgiriya jinan û zêdekirina hişyariya civakî ya li dijî kuştina jinan, hatiye destpêkirin.

Hate ragihandin ku ev xebat dê li gelek xalên din ên bajêr jî bidome.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30