Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku di rêwîtiya perwerdehî û kariyera xwendekaran de li cem wan be û barê aborî yê malbatan sivik bike, dê ji bo amadekirina ezmûnên TYT (Testa Qebûlkirina Bingehîn) û AYT (Testên Qebûlkirina Beşan) piştgiriya etûdê ya belaş bide.
Serlêdan di navbera 3-15ê Îlonê de ne
Xwendekarên ku dixwazin ji vê piştgiriyê sûd werbigirin, divê di navbera 3-15ê Îlonê de serlêdan bikin. Serlêdan dikarin bi serhêl (online) li ser malpera www.diyarbakir.bel.tr an jî bi rêya xeta Alo 153 werin kirin.
Xizmeta herî baş ji bo xwendekaran
Navenda Etûdê ya Akademî Sûr, bi odeyên xwe yên etûdê, ezmûnên ceribandinê yên birêkûpêk, odeyên înformatîkê, şopandina nêzîk a bi riya xizmeta rêberiyê, weşanên li gorî mufredata nû, çalakiyên çand û hunerê û gotûbêjên rojên kariyêrê, armanc dike ku di heyama nû de xizmeta herî baş pêşkêşî xwendekaran bike.