Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, çûn serdana Dibistanên Havînî yên Sporê û bi xwendekaran re hatin cem hev.
Midûriyeta Xizmetên Ciwan û Sporê, ji bo ku zarokan di betlaneya havînê de bi sporê re bînin cem hev û piştgiriya pêşketina wan a fîzîkî, zihnî û civakî bikin, Dibistanên Havînî yên Sporê organîze kirin. Îsal, 5 hezar û 850 zarokên di navbera 7-17 salî de beşdarî van dibistanan bûn ku di destpêka meha Tîrmehê de dest pê kiribûn.
Li 11 beşan kurs tên dayîn
Kurs di 11 beşan de têne organîzekirin: avjenî, futbol, basketbol, voleybol, tenîsa kortê, hentbol, karate, taekwondo, lîstikên hiş-aqil, kodkirina robotîk û Ingilîzî. Perwerdehî li Sumerpark, Qada Taxê ya Yenîkoy, Qada Taxê ya Gokkuşagı, Qada Çîmenî ya Hejmar 1 a Şaredariya Bajarê Mezin, Hewza Vekirî ya Seyrantepe TOKÎ, Kompleksa Sporê ya Talaytepe û 75 Kortên Tenîsê yên Girtî têne dayîn.
Dibistanên Havînî yên Sporê ku beşdarî pêşketina fîzîkî, zihnî û civakî ya zarokan dibin, dê di 5ê Îlonê de bi dawî bibin.
Hevşaredaran daxwazên zarokan guhdarî kirin
Hevşaredar Bucak û Hatun, di dema serdanê de bi zarokan re sohbet kirin û daxwaz û pêşniyarên wan guhdarî kirin. Zarokan ji bo derfetên ku ji wan re hatine dayîn spasiya wan kirin. Hevşaredaran destnîşan kirin ku divê di Dibistanên Havînî yên Sporê de li ser paqijî û hîjyenê were sekinandin.
Di serdanê de Endama Meclîsa Şaredariyê Ozlem Başari û Midûrê Xizmetên Ciwan û Sporê Baran Yilmaz jî bi hevşaredaran re bûn.