Print this page

DÎSKÎyê, pirsgirêka ava Çunguşê bi çavkaniyeke nû çareser kir

Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, pirsgirêka avê ya li Çunguşê bi tevlêkirina çavkaniyeke nû li şebekeyê çareser kir.

Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), xebatên çavkaniya avê yên alternatîf ên ku li navçeya Çunguşê ji ber ziwatiyê pirsgirêka avê dijîn, bi dawî kir.

Çavkaniya nû bi şebekeyê ve hate girêdan

Rezerva ava nû ya ku ji aliyê tîmên DÎSKÎyê ve li herêmeke nêzîkî çavkaniya Malkaya ya ku ava vexwarinê dide navçeyê hatibû dîtin, di encama xebatên binesaziyê de bi şebekeya navçeyê ve hat girêdan. Analîzên mînakên ku ji çavkaniyê hatin girtin, di laboratûwara Kargeha Paqijkirina Ava Vexwarinê de encamên erênî derketin. Li ser vê yekê, ava çavkaniyê weke ava vexwarinê ji bo bikaranînê hat vekirin.

Di encama xebatan de mîqdara avê ya ku digihêje navenda navçeya Çunguşê ji 5 lt/sn'yê derket 8,5 lt/sn'yê. Bi vî awayî pirsgirêka avê ya ku demeke dirêj e li navçeyê dihat jiyîn, bi awayekî mezin hat çareserkirin.

‘Gihîştina avê wezîfeya me ya pêşîn e’

Ferhat Kahraman, Cîgirê Midûrê Şaxa DÎSKÎ ya Çunguşê, derbarê xebatan de agahî da û diyar kir ku tîmên wan ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya li navçeya Çunguşê gelek xebitîne û got, “Li hemberî pêdiviya ji ber zuwabûn û kêmbûna debîyê derket, me çavkaniyeke nû tespît kir û di demeke kurt de ew bi şebekeyê ve girêda. Di encama xebatên me de, me mîqdara avê ya ku digihîje navenda navçeyê ji 5 lt/sn'yê derxist 8,5 lt/sn'yê. Misogerkirina gihîştina hemwelatiyên me ya ava vexwarinê ya paqij, tendurist û bê navber, erka me ya herî girîng e. Li ser vê yekê, em ê weke Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ, hem berhemdariya çavkaniyên heyî zêde bikin, hem jî çareseriyên alternatîf peyda bikin.”

 

Image Gallery