Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî Sempozyûma Rojên Hepato-Gastroenterolojiyê bû û diyar kir ku Amed bi dîroka xwe ya bi hezaran salî hem dergûşa demokrasîyê ye, hem bajarê jiyana hevpar e û hem jî bajarê çand û hunerê ye.
Komeleya Gastroenterolojiyê ya Tirkiyeyê, Sempozyûma 18emîn a Rojên Hepato-Gastroenterolojiyê ya Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê li otêleke li navçeya Kayapinarê li dar xist. Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Rektorê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Kamuran Eronat, Serokê Komeleya Gastroenterolojiyê ya Tirkiyeyê Prof. Dr. Mehmet Cindoruk, Serokê Sempozyûmê Prof. Dr. Kendal Yalçin û Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr ê Amedê Emre Asilturk beşdarî sempozyûmê bûn.
‘Kortiktepe, bi qasî Qotê Berçem giranbiha ye’
Piştî pêşkêşîyên Prof. Dr. Halil Degertekin ên bi sernavê “Mezopotamya û Dîyarbekir di Dîrokê de” û ya Prof. Dr. Abdulkadir Dokmeci ya bi sernavê “Pêşketina Gastroenterolojîya Tirk”, Hevşaredar Serra Bucak axivî û spasiya beşdaran kir. Bucak, spasiya Prof. Dr. Halil Degertekin kir ku mijara "Mezopotamya û Diyarbekir di Dîrokê de" anî ziman. Hevşaredar Bucak got, "Mamosteyê me yê hêja Prof. Dr. Halil Degertekin, bajarê me, Amîda, Şehrê Amedê, Dîyarbekir, ku navê wan mîna serpêhatiya mirovahîyê diguherin, pêş dikevin û dewlemend dibin, bi awayekî pir xweş vegot. Ji ber ku wî serpêhatiya mirovahîyê ji Homo Sapiens ber bi 400 hezar sal berê, ber bi Girê Mirêzan, ji wir jî ber bi Mezopotamya, Amîda û ber bi Qotê Berçemê ve ku nirxekî mezin ê bajarê me ye û hîn jî kolandinên wê dewam dikin, anî Dîyarbekirê, gelekî spasdar im. Kortiktepe (Bîsmil) jî bi qasî Qotê Berçem bi qîmet e. Ez dixwazim li vir diyar bikim ku dîroka arkeolojîk a Kortiktepeyê ku xebatên kolandinê li wir dewam dikin, wê nirxekî mezin bide dîroka mirovahîyê. Zanayên hêja, bijîşkên hêja, mamosteyên hêja, ez jî bi ser navê bajarê me, hêvî dikim ku Sempozyûma Gastroenterolojiyê ya ku hûn ê 3 rojan li vir dewam bikin, pir bi fêde derbas bibe."
'Amed wê bibe bajarê çand û hunerê’
Hevşaredar Bucak bal kişand ser girîngiya lidarxistina sempozyûmê li bajêr û wiha axivî: “Bê guman Dîyarbekir bi dîroka xwe ya bi hezaran salî, hem dergûşa demokrasîyê ye, hem bajarê jiyana hevpar e, hem jî bajarê çand û hunerê ye û di vê rêyê de wê têkoşîna xwe bidomîne. Bê guman, bi van sempozyûm û civînên akademîk re, guhdarkirina xebatên bajarê me ne tenê di warê mîrasa çandî ya dîrokî, hunerî û demokrasîyê de, di heman demê de di cîhana akademîyê de jî û şahîdbûna vê yekê, dîtina akademîsyenên me yên hêja yên ku pêşengên vê yekê ne û dîtina kombûna wan bi akademîsyen û zanayên bajarê me re ji bo me rûmet û serbilindî ye."
Hevşaredar Bucak hêvî kir ku sempozyûm ji bo bajêr bibe sedema civînên akademîk û zanistî yên baş û hevkariyên hêja.
Plaket dan Hevşaredar Bucak
Piştî axavtinê, Serokê Komeleya Gastroenterolojiyê ya Tirkîyeyê Prof. Dr. Mehmet Cindoruk, plakêtek da Hevşaredar Bucak.
Sempozyûma 18emîn a Rojên Hepato-Gastroenterolojiyê ya Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, wê di navbera 5-7ê Îlona 2025an de bidome.