Midûriyeta Giştî ya DÎSKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di encama xebatên 16 mehan de, cara yekem ava vexwarinê gihand 47 taxên gundî yên 3 hezar û 452 malî yên 12 navçeyan, ku bi salan bû pirsgirêka avê dijiyan.
Midûriyeta Giştî ya Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ), xebatên xwe yên çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê ya bi salan a li gundewarên derveyî navenda bajêr, didomîne. Xebatên DÎSKÎ yên li taxên gundî di bin koordînasyona Serokatîyên Daîreyên Herêma 1 û 2 yên Şebekeyan de tên meşandin. Herêmên ku pirsgirêka ava vexwarinê dijîn, ewilî di nav bernameya xebatan de tên bicihkirin û projeyên wan tên amadekirin. Serokatîya Daîreya Herêma 1 a Şebekeyan, berpirsyarê navçeyên Çinar, Bismil, Farqîn, Pasûr, Hezro, Licê û Karazê ye; Serokatîya Daîreya Herêma 2 a Şebekeyan jî, berpirsyarê navçeyên Erxanî, Gêlê, Hênê, Dîcle, Çermûg û Çungûşê ye û xebatan bi rê ve dibe. Tîmên DÎSKÎ, di encama xebatên ku di navbera Gulana 2024an û Îlona 2025an de meşandine, pirsgirêka ava vexwarinê ya ku bi salan e li 47 taxên gundî didomîne, çareser kirin. Di xebatên ku li 12 navçeyan hatine kirin de, bi giştî 53 hezar metre xeta şebekeyê ya nû hatin bicihkirin û 3 hezar û 452 mal cara yekem gihîştin ava vexwarinê.
29 Tax gihîştin avê
Di çarçoveya xebatên 16 mehan de, Serokatîya Daîreya Herêma 1 a Şebekeyan, bi balkişandina ser 7 navçeyên di bin berpirsyariya xwe de, cara yekem ava vexwarinê gihand 29 taxên gundî. Di vê çarçoveyê de, 30 hezar û 494 metre xeta ava vexwarinê ya nû hatin bicihkirin û hezar û 866 mal cara yekem gihîştin ava vexwarinê ya paqij.
Astengî nebûn sedem
Serokatîya Daîreya Herêma 1 a Şebekeyan, veberhênana xwe ya herî zêde li Pasûrê ku yek ji navçeyên herî çiyayî û bi zehmetiya gihîştinê ye, pêk anî. Li vir ji bo 11 taxan xeta 18 hezar û 200 metreyan hat bicihkirin û ava vexwarinê gihîşt 671 malî. Serokatîya Daîreya Herêma 1 a Şebekeyan, xebatên xwe yên din li Farqîn, Çinar, Licê, Bismil, Karaz û Hezroyê meşand. Li Farqînê ji bo 3 taxan xeta 5 hezar û 350 metreyan hat bicihkirin û ava vexwarinê gihîşt 185 malî, li Çinarê ji bo 4 taxan bi xeta 3 hezar û 500 metreyan ava vexwarinê gihîşt 67 malî; li Licê ji bo 7 taxan bi xeta 2 hezar û 650 metreyan ava vexwarinê gihîşt 272 malî; li Bismilê ji bo 2 taxan bi xeta 300 metreyan ava vexwarinê gihîşt 423 malî; li Karazê ji bo taxekê bi xeta 350 metreyan ava vexwarinê gihîşt 86 malî; li Hezroyê jî bi xeta 144 metreyan ava vexwarinê gihîşt 162 malî.
Av gihîşte 18 taxan
Serokatîya Daîreya Herêma 2 a Şebekeyan jî, li 5 navçeyên di bin berpirsyariya xwe de, bi giştî av gihand 18 gundewaran. Di vê çarçoveyê de, 22 hezar û 616 metre xeta ava vexwarinê ya nû hat bicihkirin û cara yekem av gihîşt hezar û 586 malî.
Gêlê, Erxenî, Hênê û Çermûg
Serokatîya Daîreya Herêma 2 a Şebekeyan veberhênana xwe ya herî zêde li navçeyên Gêlê, Erxenî, Hênê û Çermûgê pêk anî. Li Egilê ji bo 5 taxan xeta 8 hezar û 110 metreyan hat bicihkirin û ava vexwarinê gihîşt 237 malî, li Erxenî ji bo 4 taxan bi xeta 6 hezar û 186 metreyan ava vexwarinê gihîşt 396 malî; li Hênê ji bo 4 taxan bi xeta 3 hezar û 750 metreyan ava vexwarinê gihîşt 488 malî; li Pîranê ji bo 3 taxan bi xeta 2 hezar û 300 metreyan ava vexwarinê gihîşt 17 malî; li Çermûgê jî ji bo 3 taxan bi xeta 2 hezar û 270 metreyan ava vexwarinê gihîşt 448 malî.
'Gihîştina ava vexwarinê mafê jiyanê yê herî bingehîn e’
Serokê Daîreya Herêma 1 a Şebekeyan Suat Yavuz, derbarê xebatên ku hatine bidawîkirin de agahî da û tekez kir ku ew balê dikişînin ser xizmeta wekhev û bigihêjînî û got, "Di nav 16 mehan de, me li herêmên xwe yên herî çiyayî û bi zehmetiya gihîştinê jî xebitî û av gihand 29 gundewarên 7 navçeyên xwe. Tenê li Pasûrê me ji bo 11 taxan xetên ku jiyanê didin 671 malan bicihkir. Bi hezaran hemwelatiyên me êdî ne bi bêaviyê, lê bi ava paqij û tendurist digihîjin hev. Ji ber ku em dizanin ku gihîştina ava vexwarinê, mafê jiyanê yê herî bingehîn e. Em ê xebatên xwe bidomînin heta ku em vî mafî bigihînin her maleke li hemû gundên me."
'Her xeteke nû mafê jiyanê bihêztir dike’
Serokê Daîreya Herêma 2 a Şebekeyan Mehmet Emin Timur jî, bal kişand ser vê yekê ku xebatên hatine kirin mafê jiyanê bihêztir dike û got, "Xebatên me yên li Gêlê, Erxenî, Hênê û Çermûgê, rasterast jiyana rojane ya hemwelatiyên me yên li gundewaran baştir kir. Her xeteke nû, her ava ku digihêje maleke nû, tê wateya veberhênana ku refaha civaka me û mafê jiyanê bihêztir dike. Em ê bi vê daxwazê xebatên xwe bidomînin."