Ji bo malbatên astengdaran semîner da destpêkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo mafê tevlêbûna wekhev a kesên astengdar xurt bike, semînerên perwerdeyê yên bingeh maf ên salekê ji bo malbatên astengdaran dan destpêkirin.

Midûriyeta Xizmetên Kesên Astengdar û Kalûpîran, ji bo ku astengdar di hemû waran de roleke çalak bilîzin, ji bo malbatên wan bernameyeke perwerdeyê da destpêkirin. Li Navenda Jiyana Bi Hev re ya li Park Ormanê ya navçeya Kayapinarê, semînerên ku dê salekê bidomînin, bi bernameyeke fireh perwerdeyan pêşkêş dikin. Di nav van perwerdeyan de teknolojiyên komputerê, spor, huner, perwerdeya taybet û mafê xwarinê jî hene. Armanc ew e ku pêvajoya pêşveçûnê ya kesên bi sendroma Down, otîstîk û yên astengiya bîhnselê were piştgirîkirin.

Malbat jî beşdarî perwerdeyê bûn

Di çarçoveya van xebatan de, malbatên astengdaran jî beşdarî pêvajoya pêşveçûnê bûn. Bi vê yekê tê xwestin ku jêhatîbûna jiyana serbixwe ya astengdaran zêde bibe, baweriya wan bi xwe xurt bibe û tevlîbûna wan a civakê hêsantir bibe.

Yekem semîner li Navenda Jiyana Bi Hev re hat lidarxistin. Di semînerê de psîkolog û perwerdekaran ji malbatan re der barê pêvajoyên pêşveçûnê yên astengdaran de perwerdeyên ku li ser înteraktîf û ragihandinê disekinîn, dan.

"Navenda me ya ji 7 atolyeyan pêk tê heye"

Berpirsiyarê Navenda Jiyana Bi Hev re Husamettîn Saylik, agahî da û got, navenda wan ji 7 atolyeyan pêk tê û ji bo piştgiriya pêvajoyên bîhnsel û pêşveçûnê yên zarokan perwerdeyê didin. Saylik weha got, "Li vir ji bo tevkariya li mafê perwerdeyê yê zarokên bi sendroma Down, otîstîk û yên astengiya bîhnselê navendeke me ya ji 7 atolyeyan pêk tê heye. Niha xebata ku me organîze kiriye ji bo agahdarkirina malbat û zarokan e ku li ser xebatên li mal û dibistanê disekine."

"354 zarok ji atolyeyan sûd werdigirin"

Saylik her wiha anî ziman ku semînerên ji bo malbatan dê mehê carekê bidomin û armanca wan ew e ku xebatên navendê û yên malê temamkerê hev bin. Saylikî got, "Ev yek pêwîstiya mafê perwerdeya bê navber a zarokan e. Li saziya me, hejmara zarokên ku ji atolyeyan sûd werdigirin, bi giştî 354 e."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30