Print this page

Li 11 kolan û bulvarên 11 kîlometre 30 hezar ton asfalt hatin darêtin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li navçeya Yenîşehirê 11 kolan û bulvarên bi dirêjahiya 11 hezar û 365 metre, bi 30 hezar ton asfalta germ nû kirin.

Serokatiya Daîreya Lênêrîna Rê û Koordînasyona Binesaziyê, ji bo gihîştina ewledar, aborî û rehet xebatên binerd, dagirtin, sabîtî, asfalt û peyarêyan didomîne da ku tora rê û binesaziyê pêş bixe. Tîmên ku ji bo avakirina rêyên paqij û ewledar li gelek cihan xebatên xwe didomînin, li navçeya Yenîşehirê, Cadeya Şehîdlikê ya 3 kîlometre, Bulvara Sezaî Karakoç a 900 metre, Bulvara Mehmet Akîf Ersoy a hezar û 300 metre, Cadeya Alî Pinar a 350 metre, Cadeya Yaradanakul a hezar û 215 metre, Cadeya Azîz Mahmutoglu ya 550 metre, Cadeya Îstasyonê ya hezar metre, Cadeya Înaloglu ya 650 metre, Cadeya Qişla ya hezar û 200 metrey, Cadeya Hintli Baba ya 650 metre, Cadeya Bûyûkalp ya 550 metreyan bi giştî li ser rêyên bi dirêjahiya 11 hezar û 365 metreyan, 30 hezar ton asfalta germ rijandin.

Xebat li 9 kolanan didomin

Tîm, li navçeya Yenîşehirê Cadeya Alî Emîrî ya hezar û 90 metreyan, Cadeya Qibrisê ya 290 metreyan, Bulvara Elezîzê ya 890 metreyan, Cadeya Akkoyunlu ya 750 metreyan, Cadeya Yaşar Kemal ya 700 metreyan, Cadeya Gevran ya 700 metreyan, Cadeya TOKÎ 1. a 2 hezar û 200 metreyan, Cadeya TOKÎ 2. a hezar û 250 metreyan û li navçeya Baglarê jî Cadeya Sunay ya 900 metreyan, bi giştî li ser rêyên bi dirêjahiya 6 hezar û 790 metreyan xebatên rakirin û rijandina asfalta germ didomînin.

Peyarê û refûj tên nûkirin

Tîm, li gel vê, li ser rêyên ku rijandina asfaltê qediyaye, xebatên peyarê û refûjan jî pêk tînin. Tîmên ku li beşên qediyayî yên Bulvara Selahaddîn Eyyûbî, peyarêyên nû yên ku kesên astengdar bi rehetî bikar bînin çêkirin, li Cadeya Yaradanakul ku asfaltê wê qediyaye jî, dest bi çêkirina peyarê û refûjan kirin.

 

Image Gallery