Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, bi hevserokên şaredariyên navçeyan re, li navçeyên Kayapinar, Baglar, Yenîşehîr û Sûrê xebatên park û projeyan li cihê wan lêkolîn kirin û agahî girtin.
Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak û Dogan Hatûn, lêkolînên xwe yên li qadên xizmetê yên şaredariyê didomînin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bûcak û Dogan Hatûn bi hevserokên Şaredariya Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergûn, hevserokên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk, hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gûlan Onkol, endamên meclîsê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emra Dogan, Denîz Yalçin, Abdûlselam Înceoren, Rehmî Gok û Alîkarê Sekreterê Giştî Ezîz Ozdogan re, li navçeyên Kayapinar, Baglar û Sûrê parkên ku xebatên wan didomin û hin qadên projeyan li cihê wan lêkolîn kirin.
Baxçeyê riwekan ê tibî û bîhnxweş
Yekemîn rawestgeha hevserokan, baxçeyê riwekan ê tibî û bîhnxweş bû ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, Guhertina Avhewayê û Bêbermayî, Xizmetên Gundî, Parastin û Kontrola Jîngehê û Xizmetên Jin û Malbatê ve hatibû projendekirin û perwerdehî û hilberîn jî tê de were kirin. Hevserokên ku li navçeya Kayapinarê li kampusa Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan, li ser qada bi 14 hezar metrekareyî geriyan, projeya baxçeyê ku 15 cureyên cuda yên riwekan lê werin çandin, lêkolîn kirin û der barê xebatên ku têne kirin de agahî girtin.
Hevserokan, piştî wê bi hevserokên Şaredariya Baglarê Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk re xebatên peyzajê yên ziwa yên ku li Cadeya Emek û Bulvara Medîne hatin kirin, li cihê wan lêkolîn kirin. Hevserokan ku der barê xebatan de agahî girtin, bi xebatkaran re sohbet kirin û serkeftin xwestin.
Piştî wê hevserok çûn 2 qadên projeyên parkan ên li Cadeya Ahmet Kaya ya navçeya Baglarê û der barê projeyan de agahiyên berfireh girtin.
Hevserokan bi hevserokên Şaredariya Yenîşehîrê Safiye Akdag û Mehmet Ergûn re li taxa Fabrîka, 2 qadên projeyên parkan ên ku çêkirina wan didome jî lêkolîn kirin û bi yekîneyên têkildar re li ser ramanan rawestiyan.
Bername, bi gerîna Hevserok Bûcak û Hatûn a li 3 qadên cuda yên parkan ku li navçeya Sûrê xebatên ji nû ve amadekirinê hatine destpêkirin, bi hevseroka Şaredariya Sûrê Fatma Gûlan Onkol re bi dawî bû.