Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo muzîsyenan 4 rojî Atolyeya Dalcroze li dar xist.
Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî, ji bo welatiyên ku bi muzîkê re eleqedar in, Atolyeya Dalcroze ya 4 rojî lidar xist. Atolye ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêk hat, di hînkirin û fêrbûna muzîkê de nêzîkatiyeke kêfî û tecrûbî pêşkêş dike.
Di atolyeyê de ku 30 kes beşdar bûn, perwerde ji aliyê Ava Loiacono û Alessandra De Grandi yên ji Îtalyayê ve hat dayîn.
Metoda Dalcroze ku hestiyariya muzîkî ya xwemalî bi riya tevgera rîtmîk û perwerdeya bihîstinê şiyar dike, pêş dixe û paqij dike, zêdetirî sedsalekê ye ku hebûna xwe didomîne. Ev rêbaz ji aliyê bestekar û perwerdekarê Swîsreyî Émile Jaques-Dalcroze (1865–1950) ve hate pêşxistin.
Di dema ku temrînên birêxistinkirî û gav bi gav hişyariya kesane ya beşdaran a li ser beden û muzîkê pêş dixin, ev rêbaz ji bo pêşveçûna takekesî û sezgiya hunerî jî rê vedike. Îro, fikirên Dalcroze yên li ser perwerdehiyê bi lêkolînên zanistî jî hatine pejirandin û wekî rêbazek bi bandor ji bo şiyarkirin û pêşxistina hestiyariya muzîkî tê qebûlkirin.