Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi têgihiştineke hilberîna dostane ya bi xwezayê re, yekem berhevkirina sewzeyên ku bi tovên xwecihî hatine çandin, pêk anî. Hevşaredar Serra Bucak, ku bi jinan re beşdarî berhevkirinê bû, diyar kir ku ji bo ku kar domdar bin, divê xebat bên pêşxistin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundî, di çarçoveya xebata tovên xwecihî ya ku li Baxçeyê Fêkiyan ê Taxa Medya ya navçeya Kayapinarê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan dimeşîne, yekem berhevkirin pêk anî. Armanca vê xebatê, ku ji bo ji holê rakirina rîskên tenduristiyê yên ku ji aliyê tovên genetikî ve hatine guhertin û kêmkirina girêdana bi derve re di warê tovan de hatiye destpêkirin, parastin, zêdekirin û ji nû ve nirxandina tovên xwecihî di hilberînê de ye.
Di çalakiya berhevkirinê de Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bûcak, Endama Meclisa DBB’ê Hacer Kurt, Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer û jinên ku ji Navendên Jiyana Jinan sûd werdigirin, beşdar bûn. Hevşaredar Bucak, ku bi jinan re sewze berhev kir, bal kişand ser girîngiya cotkariya ekolojîk û anî ziman ku divê xebat bên berfirehkirin û pêşxistin.
Li qadê 11 cûre firingî, 2 cûre bacanên reş, 6 cûre bîber, çîleka zêrîn, gelek zebeş, gundor û xiyar di serî de, 30 cûre sewze û fêkiyên cûda hatin berhevkirin.
Berhemên ku di dawiya berhevkirinê de hatin bidestxistin, bi jinan re hatin parvekirin.