Print this page

Konseya Bajêr civata meha Îlonê lidar xist

Civata Desteya Rêveber a Konseya Bajêr a meha îlonê, bi serokatiya Hevşaredarê Bajarê Mezin û Hevserokê Konseya Bajêr Dogan Hatun hat lidarxistin.

Civata Desteya Rêveber a Konseya Amedê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê û Hevserokê Konseya Bajêr Dogan Hatun serokatiya civînê kir.

Di civîna ku endamên desteya rêveber a konseyê beşdar bûn de, derbarê xebatên meclîsê de agahî hat dayîn. Her wiha amadekariya 31. Civata Asayî ya Konseya Bajêr û rojeva 32. Civata Asayî hatin nirxandin.

Image Gallery