Print this page

Şaredariya Amedê rêgeha 3 xetên otobusan dirêj kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di bersiva daxwazên welatiyan de, rêgeha xetên otobusan ên F2, F7, û FE1 dirêj kirin û Taxa Gurdogan tevlî tora veguheztina giştî ya bajêr kir.

Serokatiya Daîreya Gihandinê ya şaredariyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên gihandina welatiyan, di sê rêgehan de guhertin çêkirin. Bi vê biryara nû re, welatiyên li Taxa Gurdogan, ku piraniya wan xwendekar in, êdî dê bi hêsanî bigihîjin dibistan û cihên din ên bajêr.

Ji roja înê û pê ve, rêwîtiyên nû yên ku ji bo gihandineke rehettir û ewletir hatine destpêkirin, dê bikevin xizmeta welatiyan.

Rêgehên Nû

•Xeta F2 (Zanîngeh-Toplu Konut): Rêgeha çûnê ji Lojmanlar dest pê dike û di Lojmanlar, Zanîngeh, Deriyê Çiyê re derbas dibe û digihîje Taxa Gurdogan. Veger jî ji Taxa Gurdogan dest pê dike û di Taxa Gurdogan, Seyrantepe, Deriyê Çiyê re derbas dibe û diçe Fakûlte.

•Xeta F7 (Toplu Konut-500 Evler): Rêgeha çûnê ji Taxa Gurdogan dest pê dike û bi rêya Seyrantepe, Bulvara Dîcleyê, Şaredariya Kayapinar û Nexweşxaneya Zayînê digihîje 500 Evler. Vegera wê jî bi rêya Urfa Yolu, Dîclekent û Seyrantepe diçe Taxa Gurdogan.

•Xeta FE1 (Toplu Konut-Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê): Rêgeha çûnê ji Taxa Gürdoğan dest pê dike û di rêya Seyrantepe, 1. Sanayi, Forum AVM û Uçkuyu TOKÎ de diçe Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê. Veger jî bi rêya Kolana Elezîz û Forum AVM derbas dibe û diçe Taxa Gurdogan.

 

Image Gallery