Pervîn Çakar Masterclassa xwe bi konserê bi dawî anî

Xebata masterclass a operayê ya hunermenda opera ya navdar a cîhanê Pervîn Çakar ku du rojan ji bo keşfkirina talentên ciwan berdewam kir, bi konserekê bi dawî bû. Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî konserê bûn û piştgirî dan hunermendên ciwan.

Ev masterclassa operayê ku bi piştgiriya Serokatiya Daîreya Çand û Karûbarên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û bi rêveberiya hunermend Pervin Çakar du rojan berdewam kir, qediya. Piştî xebatê, ku muzîka Kurdî û muzîka operayê anî cem hev, 14 ciwanên ku di xebatê de cih girtin, bi rêveberiya hunermend Pervin Çakar li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê konser dan.

Piştgirî ji Hevşaredaran ji bo Hunermendên Ciwan

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, endamên Meclisa Şaredariyê û Sekreterê Giştî Emrullah Gorduk jî beşdarî bernameyê bûn.

Di nav 14 hunermendan de, xwendekarên konservatuarên dewletê yên beşa operayê û yên ku perwerdehiya muzîka gelêrî ya Kurdî dîtibûn, bi piyanîst Pinar Tahîroglu re derketin ser dikê. Di konserê de, 14 kesan awazên Kurdî û arya gotin.

Çakar: 'Pêwîst e ku kesek rê nîşanî wan bide'

Di axaftina xwe ya konserê de, hunermend Pervin Çakar anî ziman ku 25 sal e vî karî dike û hîn jî didomîne. Çakarê destnîşan kir ku ciwanên di bîst saliya xwe de ku du roj perwerdehî dîtine, bi zimanên ku ji bilî Kurdî qet nizanin, berheman dixwînin.

Çakar, ku li Lîseya Hunerên Bedew a Amedê xwendiye û paşê li Enqere û Îtalyayê perwerdehiya konservatuarê dîtiye, got: "Pêwîst e ku kesek rê nîşanî wan bide. Pêwîstiya wan bi yekî heye. Ez ê heta ji destê min bê hewl bidim ku rê nîşanî wan bidim."

Çakarê armanca xwe wiha anî ziman: "Qezenca min a herî mezin li vir, berfirehkirina asoyên van mirovan e, tiştekî li wan zêdekirin û wan teşwîqkirin e. Armanca min ew e ku ez mirovên ku bêjin 'Divê ez bibim hunermendê operayê' derxînim."

Gul ji hunermendan re hatin pêşkêşkirin

Di dawiya bernameyê de, Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatun gul pêşkêşî hunermendan kirin. Seroka Daîreya Çand û Karûbarên Civakî Zeynep Yaş jî belgeyên beşdariyê pêşkêşî beşdaran kir.

Yaş, spasiya Pervin Çakar û hunermendan kir û got: "Em hêvî dikin ku Çand Amed bibe hêlîna hunermendan. Her wiha ez hêvî dikim ku hunermendên me xwe li vê navenda çandê nîşan bidin. Ev der mala we ye, ev der warê we ye."

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« ÃŽlon 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
1 2 3 4 5 6 7
8 9 10 11 12 13 14
15 16 17 18 19 20 21
22 23 24 25 26 27 28
29 30