Print this page

Di wesayitên komî de 2 rêgeh hatin guhertin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwaza welatiyan di wesayitên giştî de du guhertinên nû kirin. Xeta ku di navbera Erxenî û Pîranê de xizmet dida, bi lê zêdekirina navçeya Hênê ve hate dirêjkirin û ji bo xwendekarên li Taxa Qirxalîyê seferên rîngê hatin destpêkirin.

Serokatiya Daîreya Veguhestinê ji bo ku xizmetên veguhestinê bi kalîte, rehetî û lez pêşkêş bike, xebatên xwe didomîne. Di çarçoveya guhertina ku li ser daxwazên welatiyan hatibû kirin de, xeta Erxenî-Pîranê heta navçeya Hênê hate dirêjkirin. Otobûs dê di 15ê Îlonê roja Duşemê de, li ser rêgeha nû dest bi xebatê bikin.

Li Taxa Qirxalîyê ji bo xwendekaran seferên rîngê

Ji bo ku xwendekar bi ewlehî û rehetî bigihêjin dibistanên xwe, gaveke nû hat avêtin. Di vê çarçoveyê de, nêzîkî 500 xwendekar, wê bi seferên rîngê yên ku di navbera Taxa Qirxaliyê û Lîseya Anadolê ya Îmam Xetîp a Yahya Kemal, dibistana seretayî û dibistana navîn de hatine destpêkirin, bi hêsanî bigihêjin dibistanên xwe.

Demên çûn û hatinê û rêgeha xeta ku dê di navbera Erxenî, Pîran û Hênê de xizmet bike, wiha ne:

ERXENÎ-PÎRAN-HÊNÊ (1 WESAYÎT)

ROJÊN HEFTEYÊ

ERXENÎPÎRANHÊNÊ

07:0008:0012:00

09:0017:30

16:00

ROJÊN HEFTEYÎ (Dawiya hefteyê)

ERXENÎPÎRANHÊNÊ

07:0008:0012:00

09:0017:30

16:00

ROJA YEKŞEMÊ KAR NAKIN.

RÊGEH:

Otogara Navçeyan a Erxenî – Gundê Qilêşê – Gundê Baxdeştê – Pîran – Hênê

 

Image Gallery