Print this page

Qeydên serdema payîzê ya kursên zimanî dest pê kir

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo kursên zimên ên serdema payîzê dest bi wergirtina serlêdanan kir.

Li Amedê ji bo parastin û pêşxistina zimanên zikmakî, serdemeke nû di kursên zimên de dest pê dike. Di kursên ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo serdema payîzê dabû destpêkirin de, li gel zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî, Ermenî û Suryanî jî hatin zêdekirin.

Kursên ku dê di periyotên sê mehan de bên lidarxistin, dê ji bo mezinên ji 16 salî mezintir bin. Her sinif dê bi 25 kesan ve sînordar be, û wekî yedek 5 kesên din dê bên qebûlkirin.

Her wiha ji bo kesên ku dikarin Kurdî biaxivin lê nizanin bixwînin û binivîsin, dê bi zaravayê Kurmancî atolyeyên taybet ên xwendin-nivîsandinê jî bên lidarxistin.

Serlêdan, dê li ser navnîşana www.dismek.org.tr bên kirin.

 

Image Gallery