Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, beşdarî foruma ku li ser "mafê hêviyê" hat lidarxistin, bû û diyar kir ku di pêvajoya avakirina civakeke demokratîk û aştiyê de divê ew mekanîzmayên ku dê bibin mijara avakirinê bixin tevgerê.
Serra Bucak beşdarî foruma ku bi dirûşma "Mafê Hêviyê û Azadiyê Israra Jinan e" ji aliyê rêxistinên jinan ve li Salona Konferansê ya Baroya Amedê ya Tahîr Elçî hat lidarxistin, bû. Ji bilî Bucak, Parlamentera Şirnexê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Ekîn Yeter, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, siyasetmedar, hevşaredarên navçeyan, endamên meclisa şaredariyan, Dayikên Aştiyê, hiqûqnas û gelek kes beşdarî forumê bûn.
Hevşaredar Bucak: Jinan li hemberî Derbeya 12’ê Îlonê têkoşîneke mezin da
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak di forumê de axivî û destnîşan kir ku ew ji pêvajoyeke girîng derbas dibin û got dê li ser mijarên girêdayî pêvajoya siyasî yên weke azadî û "mafê hêviyê" nîqaşê bikin.
Bucak bi bîr xist ku di ser Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an re 45 sal derbas bûne û wiha axivî: "Em wek jinên ku li ser vê axê dijîn, gelek baş dizanin ku li hemberî derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê, jinên Kurd û malbat li ber deriyên girtîgehan têkoşîneke mezin dan. Mixabin ji wê rojê heta îro, di qada maf û azadiyan de, tevî ku 45 sal derbas bûne jî, tiştek zêde neguherî."
'Jinan di daxwaza azadiyê de israr kir'
Bucak diyar kir ku hêj li ser cezayên girtîgehê yên girankirî û rewşa girtiyan tu rêziknameyeke hiqûqî nehatiye çêkirin û got berxwedan didome. Bucak wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bêguman 'mafê hêviyê' û azadî, daxwaz û israra me jinan e. Ji salên 1990’an heta niha, têkoşîna azadiya jinê, di hemû cureyên têkoşînên civakî û siyasî de, bi taybetî mafê hêviyê, daxwaza nasname û rûmetê tîne ziman. Dema ku em behsa pêvajoyeke ku dê di demek nêzîk de salekê temam bike dikin, divê em diyar bikin ku ev berdewamiya têkoşînên ku ji damezrandina Komarê û vir ve têne dayîn."
‘Divê em ji bîr nekin ku em di civakeke çawa de dijîn’
Bucak got, “Xwedîderketina li serpêhatiyeke têkoşînê, leşkereke têkoşîneke bi mafbûn û wergirtina wê têkoşîna bi maf ji Dayikên Aştiyê yên ku îro li vir û her derê bi me re ne, cihê serbilindiyê ye.” û destnîşan kir ku ji Derbeya 1980'an û vir ve, desthilatdarî nêrîna xwe ya mîlîtarîst û yekparêz didomîne. Bucak anî ziman ku ev hemû sepan li cem civakê tiştên gelek girîng îfade dikin û wiha got: "Ji bo ku ev hemû li ser axa me û li welatê me dubare nebin, divê ewil em weke jin, dirûşmeke, hestek, îfadeyeke bihêz derxînin holê û dengê xwe bilind bikin. Bê guman aliyên wê yên hiqûqî hene, têkoşîna rêxistinên mafan, têkoşîna partiyên siyasî û dînamîkên cur bi cur hene. Em jî weke rêveberiyên herêmî qet ji bîr nekin ku em di civakeke çawa de dijîn û em beşek ji têkoşîneke çawa ne. Divê em tu carî êşên ku li ser van axan hatine jiyîn û sekinîna li ber deriyên girtîgehan ji bîr nekin.”
‘Divê em mekanîzmayên ku dê bibin mijara avakirinê bixin tevgerê’
Bucak bal kişand ser wê yekê ku di avakirina aşitî û civakeke demokratîk de girîng e mirov li ku radiweste û destnîşan kir ku divê mekanîzmayên ku dê bibin mijara avakirinê bixin tevgerê. Bucak wiha pê de çû: “Berpirsyariyeke me ya bi vî rengî heye. Em weke jinan ji roja ewil ve vê berpirsyariyê dizanin. Têkoşîna jinan a li ser vê axê, têra xwe nîşan da ku çawa pêşengî li hemû rêxistinên jinan ên cîhanê kiriye, çawa ji wan re rê nîşan daye û ronî kiriye. Em di arîfeya pêvajoyeke gelek girîng de ne û barê me ji her demê giran tir e. Lê ez bawer dikim ku em hemû dê vî barê giran di qada xwe de hilgirin.”