Print this page

Hevşaredar beşdarî daxuyaniya li ber Girtîgeha Tîpa E ya Berê ya Amedê bûn

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak û Dogan Hatun, beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya Însiyatîfa 78’an a Amedê bûn, ku bi wesîleya 45emîn salvegera Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê, bi dirûşma “Li Hemberî Tarîtiya 12’ê Îlonê, Avakirina Aştî û Civakeke Demokratîk” li ber Girtîgeha Tîpa E ya berê ya Amedê hate lidarxistin.

Ji bilî Hevşaredaran, Hevberdevka Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin Demet Ceylan, endamên Meclîsê Emra Dogan, Deniz Yalçin, Hacer Kurt, Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn, hevserokên navçeyan û gelek hemwelatî beşdarî vê daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku rûbirûbûna Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê wê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk û aştiya civakî re xizmet bike û di vê çarçoveyê de rêze daxwaz bi raya giştî re hatin parvekirin.

 

Image Gallery