Print this page

Ji bo wesayîtên astengdaran stasyoneke nû ya şarjê hat danîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo piştgirîkirina mafê astengdaran a gihîştina jiyana bajêr, li Ceylan AVM’yê ya navçeya Kayapinarê, stasyoneke nû ya şarjê ji bo wesayîtên bi pîl ava kir.

Serokatiya Daîreya Xizmetên ji Bo Astengdar û Kal û Pîran, di çarçoveya xebatên xwe yên bi motoya “Ameda Gihîştbar” de, li navendên wekî Navenda Piştgiriya Astengdaran a Sumerpark, Meydana Deriyê Çiyê, Kolana Hunerê, Navenda Pêkvejiyanê ya Parkormanê, Mala Bêhnvedanê ya Kayapinarê, Mala Bêhnvedanê ya Şehitlikê, Avahiya Xizmetê ya Şaredariyê û beriya Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê yên berê dabû xizmetê, stasyoneke nû li wan zêde kir.

Şarjekirina bêpere û bilez ji bo gihîştina wekhev

Bi vekirina van stasyonên ku li deverên bi gel zêde tên bikaranîn, êdî astengdar dema ku li bajêr dema xwe derbas dikin, ne hewce ye ku li fîşê an jî amûra şarjê bigerin, her wiha dikarin wesayîtên xwe bi awayekî ewledar û bêpere şarj bikin.

Li cihên din jî dê bên sazkirin

Midûriyeta Şaxa Astengdaran, ji bo bihêzkirina mafê astengdaran ku bi serbestî tevbigerin û bi tevahî tevlî jiyana bajêr bibin, dê li cihên nû yên ku pêdivî pê heye, sazkirina stasyonên şarjê bidomîne.

 

Image Gallery