Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, di civîna Lijneya Şêwirmendiya Amedsporê de li ser pêşeroja werzîşê ya bajêr axivîn. Di civînê de mijarên wekî binesaziya werzîşê, gihîştina ciwanan bo werzîşê, ji nû ve avakirina binesaziyê û wekheviya zayendî hatin nîqaşkirin.
Hevşaredar Serra Bucak, di civîna ku li Navenda Çand û Kongreyê ya Çandamedê hat lidarxistin de, bal kişand ser girîngiya derxistina nexşerêyeka hevpar. Bucak diyar kir ku werzîş ji şert û mercên fizîkî heta binesaziyê û yekîneyên werzîşê, mijareke pir berfireh e.
"Du astengiyên sereke di werzîşê de hene"
Bucak anî ziman ku di warê werzîşê de du astengên sereke hene: yek jê werzîş tenê bi futbolê ve tê girêdan, ya din jî newekheviya zayendî ye. Bucakê got, "Em qet futbolê înkar nakin. Em dizanin ku futbol ji bo jin, mêr, ciwan û zarokan pir girîng e û em dixwazin piştgiriya wê bikin. Lê divê warên werzîşê yên din jî bi heman bingehê baş werin nirxandin."
Li ser meseleya wekheviya zayendî jî Bucak wiha pê de çû, "Li vir, mebest ew e ku jin ji werzîşê bêne dûrxistin an jî beşdariya wan were sînordarkirin. Em dixwazin van her du astengiyan bibînin û li ser wan nîqaşan pêş bixin û bi rastî jî nexşeyeke rê derxînin."
Mekanîzmayek koordînasyonê tê xwestin
Bucak anî ziman ku ji bo werzîşê, bi taybetî ji bo Amedsporê, divê nexşeyeke rê ya bi beşdariyê were derxistin. Bucakê pêşniyar kir ku di dawiya civînê de mekanîzmayeke sekreterî an jî koordînasyonê were avakirin.
Di civînê de her wiha Serokê Lijneya Şêwirmendiya Amedsporê Burç Baysal û rahênerê teknîkî Sertaç Kuçukbayram jî axivîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin. Kuçukbayram, pêşkêşiyek li ser ji nû ve avakirina binesaziya Amedsporê parve kir.
Civîn bi beşdariya gelek berpirsên şaredariyê, endamên meclisê û nûnerên saziyên sivîl hat lidarxistin.