Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun, lîstika Amedspor-Pendikspor li Stadyuma Amedê temaşe kir.
Amedspor ku di Lîga 1ê de têdikoşe, di hefteya 5'an a lîgê de Pendîkspor li Stadyuma Amedê kir mêvan. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, hevşaredarên navçeyan, endamên meclisê û rêveberên klûba Amedsporê bi hev re lîstik temaşe kirin.
Amedsporê ku ji aliyê alîgiran ve hat piştgirîkirin, di lîstika li mala xwe de Pendîkspor 2-1 têk bir.
Bi vê encamê re Amedspor di lîgê de bi 10 pûanan derket rêza 4’an û dê hefteya pêş li derve bi Sakaryasporê re bilîze.