Print this page

Li Çinarê golên avê yên ajaldaran hatin tamîrkirin

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Çinarê, li taxên gundewarî yên Kilyan, Melkîs û Hatûniyê, golên ku ji bo ajaldarî û çandiniyê girîng in û ji ber sedemên xwezayî xisar dîtibûn, temîr kirin.

Xizmet ji bo zêdetirî 6 hezar ajalî

Serokatiya Daîreya Xizmetên Gundewarî, ji bo ku berhemên çandinî û ajaldariyê zêde bibin, xebatên xwe didomîne. Di vê çarçoveyê de, ji bo ku av bi awayekî rast were bikaranîn, projeyên nû hatin amadekirin û temîrkirina golên xirabûyî jî di nav de ye.

Li gorî daxuyaniya şaredariyê, di encama van xebatan de golên li Herêma Qerejdaxê, ku cihê wan li navçeya Çinarê ye, hatin temîrkirin û xistin xizmeta welatiyên herêmê. Tê payîn ku zêdetirî 6 hezar ajal ji van golan sûd werbigirin.

"Di 15 rojan de 3 gol hatin tamîrkirin"

Velat Ozer, Serokê Daîreya Xizmetên Gundewarî, diyar kir ku Herêma Qerejdaxê ya Çinarê di hilberîna şîr de cihekî girîng e. Ozer got, "Di nav 15 rojan de, me temîrkirina 3 golan li Kilyan, Melkîs û Hatûnîyê bi dawî kir. Xebatên me dê bênavber bidomin." Ozerî her wiha anî ziman ku ji ber guherîna avhewayê hişkesalî heye û tekez kir ku ew ê xebatên xwe bi awayekî ekolojîk bidomînin.

"Em spasiya Şaredariyê dikin"

Welatiyên herêmê jî ji ber xebatên şaredariyê kêfxweşiya xwe anîn ziman. Ahmet Subatan, ku li taxa Melkîsê dijî, got, "Ji ber ku gola me xirab bûbû, ava vexwarinê ya ajalên me nemabû. Şaredarî ji bo me hat û tamîr dike. Em gelek spasiya wan dikin." Welatiyê bi navê Zubeyir Subatan jî ji ber xebatên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê spasiyên xwe pêşkêş kirin.

 

Image Gallery