Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo xwendekarên ku îsal cara yekemîn li zanîngehê qeyd kirine, 20 hezar lîre alîkariya perwerdehiyê bide.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku wekheviya di perwerdehiyê de xurt bike, dest bi xebatê kir û dê bi giştî 20 hezar lîre alîkariya perwerdehiyê bide xwendekarên ji Amedê ku cara ewil li zanîngehê qeyd kirine. Ji vê alîkariyê, xwendekarên ku berî 19'ê Tîrmehê li Amedê rûniştine, dê bikaribin sûd werbigirin.
Di çarçoveya projeya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve tê birêvebirin de, ji xwendekarên di bin 30 salî de ku cara yekemîn zanîngehên dewletê an jî zanîngehên taybet bi bursê ji sedî sed (100%) bi dest xistine, dê di du deman de 10 hezar lîre, bi giştî 20 hezar lîre alîkariya perwerdehiyê bê dayîn.
Serlêdan di 22'yê Îlonê de dest pê dikin
Serlêdanên ku dê di 22'ê Îlonê de dest pê bikin, dê di 24'ê Cotmehê de bi dawî bibin. Xwendekar dikarin bi ketina egitimdestek.diyarbakir.bel.tr/ adresê û bi tîpkirina hejmara nasnameya xwe ya TC, nav û paşnavê xwe serlêdanê bikin. Xwendekarên ku bi Sîstema Ezmûna Jêhatîbûna Giştî (Genel Yetenek Sınavı) ketine zanîngehên dewletê û herwiha yên ku bi %100 bursê ketine zanîngehên taybet, dikarin belgeyên xwe bi destî teslîmî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya li Herêma Jiyana Hevbeş a Sumerparkê bikin.
Piştî kontrolkirina belgeyan, dê alîkarî di demên diyarkirî de ji hesaba xwendekaran re were şandin.
Â
