Print this page

15emîn Tûrnûvaya Tenîsê ya Amed Cupê bi dawî hat

Tûrnûvaya 15emîn a Tenîsê ya Amed Cupê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû organîzekirin û 319 werzişvan beşdarî wê bûbûn, piştî lîstikên fînalê bi dawî hat.

Tûrnûvaya 15emîn a Tenîsê ya Amed Cupê, ku bi armanca keşfkirina werzişvanên jêhatî û anîna welatiyan bi werzişê re ji aliyê Serokatiya Daîreya Ciwanî û Werzişê ve hatibû organîzekirin, bi dawî bû.

Di tûrnûvayê de ku werzişvanan jêhatiyên xwe nîşan dan, di 4 kategoriyên cuda de, yên ji 13 salî û mezintir, bi rêbaza elemeyê pêşbazî hatin kirin. Tûrnûva li 3 cihên cuda, li 10 kortan hat lîstin; Qadên Tenîsê yên Girtî yên Park Orman 75, Parka Ersin Tatar a li navçeya Baglarê, û Kompleksa Werzişê ya Aştiyê ya 500 Evlera li Kayapinarê. Bi tevahî 319 werzişvan, 223 mêr û 96 jin, ji bajarên derdorê wekî Mêrdîn, Şirnex, Batman, Riha û Semsûrê serlêdan kirin û beşdarî tûrnûvayê bûn.

Merasîma xelatdayînê hate kirin

Fînala tûrnûvayê li Qadên Tenîsê yên Kompleksa Werzişê ya Aştiyê ya 500 Evlerê ya Kayapinarê hat lidarxistin. Piştî pêşbaziyan, ji bo werzişvanên ku di rêzê de bûn merasîma xelatdayînê hat lidarxistin.

Di Koma A ya Jinan de Heja Emekçi bû yekem, Mokhinur Abdullaeva jî bû duyem. Di Koma A ya Mêran de Zulkuf Polat bû yekem, Yemlîha Aşici jî bû duyem. Di Koma B ya Jinan de Hazal Ayaz bû yekem, Şenay Koç jî bû duyem. Di Koma B ya Mêran de Savaş Ayhan bû yekem, Fuat Coşacak jî bû duyem.

Di merasîma xelatdayînê de, Hevberdevkê Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ayhan Karatekin, Endamên Meclisa Komîsyona Werzişê ya Şaredariya Bajarê Mezin Ozlem Başari, Evin Ay, Ramazan Koç, Çigdem Bozkurt, û Midûrê Şaxa Werzişê ya Serokatiya Daîreya Ciwanî û Werzişê Çetin Hasgumuş xelatên wan pêşkêşî werzişvanan kirin. Piştî kişandina wêneyên komî, merasîma xelatdayînê bi dawî hat.

 

Image Gallery