Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di 3 mehan de di kontrolên xwarinê de 989 kîlo berhemên ku ne saxlem bûn desteser kir û îmha kir. Li 56 kargehan ceza hat birîn û perwerdehiya hîjyenê ji zêdetirî 8 hezar kesan re hat dayîn.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku gel bigihêje xwarinên ewle, kontrolên xwe bênavber didomîne. Tîma Kontrolkirina Xwarinê ya Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê û tîmên Serokatiya Daîreya Zabiteyê, di heyama 3 mehan a meha hezîran-tebaxê de 3 hezar û 139 kontrol pêk anîn.
989 kîlo berhem hatin îmhakirin
Di encama kontrolan de 989 kîlo berhemên ku li gorî kodên xwarinê ne guncaw bûn û dîroka wan derbas bûbû, hatin desteserkirin û îmhakirin. Li 56 kargehên ku berhemên tenduristiya gel tehdît dikirin ceza hat birîn, derbarê 32 kargehan de jî raport hat amadekirin.
Bi perwerdeyê hişmendî zêde dibe
Şaredariya Bajarê Mezin ne tenê kontrolan dike, her wiha giringiyê dide hişmendiya xebatkarên kargehan jî. Di vê çarçoveyê de ji 8 hezar û 51 xebatkaran re derbarê hîjyen û tiştên ku divê di pêvajoyên hilberînê de bêne hesibandin de perwerdehî hat dayîn.
Şaredariya Bajarê Mezin dê ji bo parastina tenduristiya gel bi awayekî rêkûpêk kontrol û perwerdehiyan bidomîne.
Â