Print this page

Li Pasûrê hevdîtina jinan: Di serê xebatên me de xizmetên ji bo jinan heye

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û hevşaredarên jin ên navçeyan, li navçeya Pasûrê serdana esnafan û civîna jinan pêk anîn.

Di çarçoveya kampanyaya “Gotina Me Neqediya, Em ê Şîdetê Bi Hev Re Rawestînin” ku bi hevkariya hemû şaredarî û saziyên jinan ên Amedê tê meşandin, çalakî berdewam dikin.

Bi pêşengiya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Pasûrê û bi xebata hevpar a şaredariyên bajêr û navçeyan, li Pasûrê serdana esnafan û civîna jinan hat lidarxistin. Ji bilî Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevşaredara Pasûrê Fatma Ay, Hevşaredara Yenîşehirê Safiye Akdag, Hevşaredara Kayapinarê Bêrîvan Gulşen Sîncar, Hevşaredara Çinarê Semra Akyûz, Hevşaredara Licê Dîlek Diyar Ozer, Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî, Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol, Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz, Hevşaredara Erxanî Bîrsen Azak Bayar, Hevşaredara Hênê Besîle Narîn, Hevşaredara Pîranê Aysel Baran û Hevşaredara Karazê Roza Altindag jî beşdarî vê bernameyê bûn.

Serdana esnafan

Berî bernameyê, hevşaredaran li Kolana Amedê ya Taxa Yeni Mahalleyê serdana esnafan kirin û guh dan daxwaz û pêşniyarên wan. Di dema serdanê de, belavokên derbarê têkoşîna li dijî şideta li ser jinan de li esnafan hatin belavkirin. Piştre jî hevşaredaran serdana Şaredariya Pasûrê kirin û li ser xizmetên şaredariyê nêrînên xwe parve kirin.

Piştî vê yekê, Hevşaredar Bucak û hevşaredarên navçeyan li Taxa Tahtabeşê bi jinan re hatin cem hev, daxwazên jinan tomar kirin û diyar kirin ku dê gavên pêwîst bavêjin. Di çalakiyê de jinan jî ji civînê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Hevşaredar Bucak: Di serê xebatên me de xizmetên ji bo jinan hene

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak di civîna jinan de axivî û bal kişand ser girîngiya hatina jinan a cem hev û got ku ev yek hem ji bo zanîna tiştên ku jin dijîn, hem jî ji bo xizmetên ku dê bên kirin girîng e. Hevşaredar Bucak got, “Guhdarkirina we ji bo me pir girîng e. Di serê xizmetên me yên herî girîng de xizmetên ku ji bo jinan têne kirin hene. Em dixwazin li ser ka em çawa dikarin xizmetên jinan û polîtîkaya jinan bimeşînin biaxivin. Em dixwazin fêr bibin ku pêdiviyên jinên li gundan, li navçeyan û li Amedê çi ne.”

‘Divê em qala mesela şîdetê bikin’

Hevşaredar Bucak bal kişand ser wê yekê ku jin di hemû warên jiyanê de heman pirsgirêkan dijîn û got, “Divê em li ser mafên jinan biaxivin. Îro divê em li ser şideta li ser jinan jî biaxivin. Em li ser mesela şidetê jî biaxivin, em dixwazin vê meseleyê jî bi hev re çareser bikin.”

 

Image Gallery