Print this page

Xeta Alo Şîdetê dîsa di xizmetê de ye: Jin dê xwe tenê hîs nekin

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak xeta "Alo Şîdetê" ya ku ji nû ve hatiye aktîfkirin, pirzimanî ye û 24/7 bê navber xizmetê dide, da nasîn û got, "Em soz didin ku em ê van xebatan li 17 navçeyan zêdetir pêş bixin."

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di sala 2015an de ji bo piştgiriya jinên rastî şîdetê hatine, di bin metirsiya şîdetê de ne, an jî dixwazin şêwirmendiyê bistînin, xeta "Alo Şîdetê" dabû destpêkirin. Ev xet di dema qeyûm de hatibû girtin, lê niha careke din hatiye vekirin.

Bernameya danasînê, ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve hatibû organîzekirin, li Navenda Çand û Kongreyan a ÇandAmedê pêk hat. Di danasînê de Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, hevserokên şaredariyên navçeyan, Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer, Alîkara Sekreterê Giştî yê DBBê Zerîn Turk, Hevberdevka Meclîsa DBBê Demet Ceylan, Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Sevilay Çelenk, nûnerên saziyên jin û gelek jinên din amade bûn.

'Ne tenê xizmetê, di heman demê de dilsoziyê jî nîşan dide'

Di vekirina bernameyê de Seroka Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê Ozden Gurbuz Sumer axivî û diyar kir ku wan gaveke din a mezin ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan avêtiye. Gurbuz Sumer destnîşan kir ku ev xeta şîdetê ne tenê xizmetekê ye, di heman demê de sozdariya wan a di warê têkoşîna li dijî şîdetê de jî nîşan dide û got, "Em li vir in ku avakirina nû ya di vî warî de bi we re parve bikin."

'Em ji cihê ku em lê man, bi hêztir didominin'

Gurbuz Sumer anî ziman ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi nêrîna azadiya jinê, li dijî her cûre cudakarî û şîdeta li ser jinan, di 24 salan de bi mîrata xwe ya bi kok, xwe kiriye sazî. Sumer got, "Her çend ev mîrata têkoşînê ya pir bi kok ji aliyê qeyûman ve demeke hatiye sekinandin jî, ji cihê ku lê maye bi hêztir berdewam dike."

Xizmeta pirzimanî û 24 saetan bê navber

Gurbuz Sumer ragihand ku Xeta ALO Şîdetê — bi jimara 444 36 21— dê bi tîmeke pispor ku hemû perwerdeyên pêwîst girtiye, 24 saetan, 7 rojên hefteyê, bê navber û pirzimanî xizmetê bide. Sumer da zanîn ku xet dê ji bo hemû jinên rastî şîdetê hatine an jî di metirsiya şîdetê de ne, li hemberî şîdeta fîzîkî, psîkolojîk, aborî, dîjîtal an zayendî, şêwirmendî, piştgiriya bilez û rêveberiyê peyda bike. Herwiha got, hemû serlêdan dê bi awayekî veşartî bêne parastin û ti jinek ku serlêdan bike, dê xwe tenê hîs neke.

'Hêza me ya têkoşîna bi şîdetê re heye'

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak jî axivî û diyar kir ku di pêvajoya avakirina nû de ku ew salek û nîv e dimeşînin, îro dest bi xebateke hêja kirine. Bucak got, "Dilê me dixwest ku em xeteke wiha nedamezrînin, lê mixabin ev rastiya me ye; rastiyek e ku em her roj û her saet dijîn. Lê me hemûyan hêza têkoşîna bi vê yekê re heye. Em li hemberî wê nêrînê ne ku 10 salên me ji dest da, jin rasterast ji mekanîzmayên gihîştinê dûr xist, û em ê vê têkoşînê bi hêztir bidomînin."

Hevşaredar Bucak anî ziman ku ew vê xebatê tenê wek xebateke DBBê nabînin û got, "Em jin, têkoşîna rêxistinî ya jinan û hemû hevalên me yên ku di warê jinan de dixebitin, em hemû beşek ji vê xebatê ne û ev xebata me hemûyan e."

Bucak da bibîrxistin ku di sala 2001ê de bi navendên piştevaniya jinan re, nêrîna rêveberiya herêmî ya ku wekheviya zayendî pêşeng digirt, dest pê kir. Bucak spasiya hemû jinên ku heta niha ked dane kir û got, "Ev mîraseke girîng e; ew serdemek e ku bîra me tîne ku em beşek ji çi têkoşînê ne." Bucak destnîşan kir ku di dema qeyûm de hemû navendên jinan hatine girtin, lê têkoşîna jinan li qadê bi hevkariyên neteweyî û navneteweyî berdewam kir. Lê belê, di vê pêvajoyê de jin ji mekanîzmayên giştî hatin dûrxistin û di têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan de windahî çêbûn.

'Xeta şîdetê dê ji hemû herêmê re xizmetê bike'

Hevşaredar Bucak got ku xet dê ne tenê ji bo Amedê, di heman demê de ji bo hemû herêmê xizmetê bike û wiha axivî: "Gava ku em kampanyaya 'Soza me xelas nebû, em ê bi hev re şîdetê rawestînin' didin nasîn, em mekanîzmayên şêwirmendî û piştevaniyê yên ku pêwîst in biçin, bibînin û yek bi yek bi cih bînin, pir bi qîmet dibînin. Em soz didin ku em ê van xebatan, bi taybetî DÎKASUMê, li 17 navçeyan zêdetir pêş bixin. Dema salvegera vê kampanyaya me hat, em ê dest bi kampanyayên nû bikin."

Piştî axaftinan, der barê xebatên jinan ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de sînevîzyonek hat nîşandan.

 

Image Gallery