Print this page

Li Amedê duçerxe ji bo hişyariyê hatin ajotin

Di çarçoveya Hefteya Tevgerînê ya Ewropayê de, li Amedê bi organîzekirina bîsîkletê û meşê, bal kişandin ser jiyaneke tendurist û veguhastina jîngehdost.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Amedê (DTSO), Navendên Agahdariya Yekîtiya Ewropayê (YE) û Klûba Werzişên Bîsîklêt û Xwezayê ya Dîcleyê, ji bo ku di çarçoveya Hefteya Tevgerînê ya Ewropayê de ji bo jiyaneke tendurist û veguhastina domdar hişyariyê zêde bikin, tûra bîsîkletê li dar xistin.

Çalakî li Bulvara Mezopotamyayê ya navçeya Kayapinarê hat lidarxistin. Di bernameyê de Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Emrullah Gorduk axivî û destnîşan kir ku wek Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgiriya van çalakiyan dikin.

Gorduk di axaftina xwe de got: "Em wek Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo ku ev çalakî bibe cihê dîtinê, teşwîq bike û cudahiyê çêbike, piştgiriyê didin vê çalakiyê. Em dixwazin ku ev cure çalakî zêdetir û bi awayekî berfirehtir çêbibin. Em spasiya hemû sazî, rêxistin û beşdarên ku di çalakiyê de cih girtine, dikin.”

Tûra bîsîkletê ya ku ji Bulvara Mezopotamyayê dest pê kir, li Meydana Bajêr bi dawî bû. Di dema çalakiyê de welatiyan hem ji bo jiyaneke tendurist pedal badan, hem jî bal kişandin ser girîngiya veguhastina jîngehdost.

Çalakî dê bidomin

Di çarçoveya çalakiyên Hefteya Tevgerînê ya Ewropayê de, roja şemiyê 20'ê Îlonê di saet 10.00’an de, li Baxçeyên Hevselê dê “Meşa Xwezayê” were kirin. Xala destpêka meşê, dê ber Qesra Kevirî yê li Taxa Fîskaya be.

Çalakî, dê roja duşemê 22'yê Îlonê bi meşa ku di çarçoveya “Roja Bajarê Bê Wesayît” de dê were lidarxistin, bi dawî bibe. Meş, dê di saet 09.00’an de ji ber Mizgefta Nebî ya li Kolana Gazî dest pê bike.

 

Image Gallery