Ekîbên tenduristiyê yên ku girêdayî Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ne, li Taxa Çelikevlera navçeya Yenîşehirê pîvandinên tansiyon, şekir, grûba xwînê û pêşketina zarokan pêk anîn û ji jinan re jî perwerdeya hişyarkirina penceşêrê dan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku gihîştina welatiyan a xizmetên tenduristiyê hêsantir bike, li taxên gundewarî sehberiyên tenduristiyê û xebatên perwerdeyê organîze dike. Bi vê yekê, gihîştina welatiyan a teşhîsa zû û xizmetên tenduristiyê yên parastinê hêsantir dibe.
Malbat derbarê pêşketina zarokan de hatin agahdarkirin
Di vê çarçoveyê de, li Taxa Çelikevlera Yenîşehirê lêkolîneke tenduristiyê ya berfireh hate kirin. Di xebatên ku bi beşdariya doktor û xebatên tenduristiyê yên Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê hatin kirin de, tansiyon, şekir û grûba xwîna welatiyên li taxê hatin pîvandin. Her wiha pîvandinên boy û kîloya zarokan (kevaniya mezinbûnê) hatin girtin û doktoran malbat derbarê rewşa mezinbûn û pêşketina zarokên wan de agahdar kirin.
Perwerdeya derbarê penceşêra memik û malzarokê de
Ji jinan re jî, di çarçoveya Meha Hişyariya Penceşêra Memikan de, perwerdehî derbarê penceşêra memik û malzarokê de hatin dayîn. Kesên ku gumanbar bûn, bi hûrgilî hatin muayenekirin.
Lêkolîna tenduristiyê ya li taxê ji aliyê welatiyan ve bi kêfxweşî hate pêşwazîkirin. Kesên ku ji xizmeta tenduristiyê sûd wergirtin, spasiya ekîbên tenduristiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin kirin.
Â