Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, xebatên xwe yên di warê têkoşîna li dijî madeyên hişber û tenduristiya civakî de li qada navneteweyî didomîne.
Navenda Şêwirmendî û Perwerdehiyê ya Têkoşîna Li Dijî Tîryakê, ya ku ser bi Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ye, beşdarî bernameya ku ji aliyê Yekîtiya Navneteweyî ya Bijîşkan a ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî ve li bajarên cuda yên Almanyayê hatibû lidarxistin, bû. Di çarçoveya bernameyê de li Berlîn, Bochum û Hannoverê serdana çar navendên cuda yên tiryakê hat kirin.
Di serdanan de parvekirina tecrûbeyê di navbera saziyan de hat kirin û ji bo rêbazên têkoşîna li dijî tîryakê hevkariyên nû hatin pêşxistin. Herwiha di roja pisporiyê de li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, der barê tiryakê de pêşkêşiyek hat kirin.
Di çarçoveya bernameyê de, ji bilî xebatên têkoşîna li dijî tiryakê, bi saziyên ku di warên penaberî, hiqûq û tenduristiya civakî de jî xebatan dimeşînin, temas hatin danîn.