Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Hevseroka PENa Kurd Rojbîn Perîşan, hunermend Zulfû Lîvanelî, Mehmet Atli, Yilmaz Odabaşi, Sarya Ertaş, Dogan Yildirim û kesên pê re pêşwazî kir.
Hunermend Zulfû Lîvanelî, Mehmet Atli, Yilmaz Odabaşi, Hevseroka PENa Kurd Rojbîn Perîşan, hevserokê berê Omer Fîdan, mamosteya Ma Muzîkê Sarya Ertaş, Dogan Yildirim û kesên pê re ji bo Kongreya Yekîtiya Diransazên Tirkan hatibûn Amedê û di vê çarçoveyê de serdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak kirin.
Piştî pêşwazîkirinê, Hevşaredar Bucak û Lîvanelî li gel kesên pê re hevdîtinek pêk anî. Di hevdîtinê de li ser çalakiyên çand û hunerê nêrîn hatin guhertin.
Hevşaredar Bucak, kêfxweşiya xwe ji serdanê anî ziman û spasiya Lîvanelî û kesên pê re kir.
Di dema serdanê de Alîkara Sekreterê Giştî Zerîn Turk jî li gel Hevşaredar Bucak bû.