Print this page

284 jinan perwerdeya avjeniyê bi dawî anîn

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo jinan perwerdeya avjeniyê ya bêpere organîze kiribû û 284 jin hînî avjeniyê bûn.

Perwerdeyên ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ve di 3’ê Tîrmehê de li parka Jiyana Civakî ya navçeya Yenîşehîrê û li qada seyranê ya li ser hewzê hatibûn destpêkirin, eleqeyeke mezin dît. Nêzîkî 450 jin bi riya navendên jiyana jinan ên Qûça, BenûSen, Lalebey, Koşuyolu û Yenîkoyê serlêdan kirin.

Di perwerdeyan de ji bilî teknîkên bingehîn ên avjeniyê, têkiliya ewle ya bi avê re jî hat hînkirin. Her rojên hefteyê 40 jin, di du koman de beşdarî perwerdeyan bûn. Ji bo her komekê bernameyeke 8 seansî hatibû amadekirin û armanc ew bû ku jin di asta bingehîn de hînî avjeniyê bibin. Di dawiya bernameyê de 284 jin bi serkeftî perwerdeya avjeniyê bi dawî anîn.

Jin ji bilî ku avjeniyê hîn bûn, derfeta civakîbûnê, bidestxistina xwewbaweriyê û pêşxistina adetên jiyana tendurist jî dîtin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê, wê xebatên xwe yên ji bo zêdekirina beşdariya jinan di çalakiyên civakî, çandî û werzîşî de bidomîne.

 

Image Gallery