Hevşaredar Bucak, tevlî bîranîna Mûsa Anter bû

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, ji ber salvegera qetilkirina rojnamevan-nivîskar Mûsa Anter, tevlî merasîma bîranînê bû.

Ji bo rojnamevan û nivîskar Mûsa Anter ê ku di 20’ê Îlona 1992’an de li Amedê hatibû qetilkirin, bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de ku di pêşengiya Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) de li kolana 442'an a Taxa Cumhuriyetê ya Seyrantepeyê ku Anter lê hatibû qetilkirin, pêk hat, Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, malbata Anter, rojnamevan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî amade bûn.

Piştî axaftinên rojnamevan û malbata Anter, girseyê li ber deriyê kolanê kom bû û bi wêneyê Mûsa Anter û dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” heta cihê ku lê hatibû qetilkirin meşiyan. Piştî meşê, li cihê ku Mûsa Anter hatibû qetilkirin, qerenfîl hatin danîn.

 

Image Gallery

Salname Lêgerîn

« Mijdar 2025 »
Duş Sêş Çrş Pên İn Şem Yek
          1 2
3 4 5 6 7 8 9
10 11 12 13 14 15 16
17 18 19 20 21 22 23
24 25 26 27 28 29 30