Print this page

Di çarçoveya Hefteya Tevgerînê a Ewropayê de meşa xwezayê hat lidarxistin

Di çarçoveya Hefteya Tevgerînê ya Ewropayê de ji bo hişmendiya der barê jiyana tendurist û veguhastina domdar de were zêdekirin, li Baxçeyên Hevselê meşa xwezayê hat lidarxistin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO), Navendên Agahdariyê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) û Klûba Werzîşên Bisîklet û Xwezayê ya Tîgrîsê bi hev re ji bo hişmendiya der barê jiyana tendurist û veguhastina domdar de were zêdekirin, li Baxçeyên Hevselê meşa xwezayê organîze kirin.

Beşdarên meşê ku li ber Qonaxa Kevirî ya Taxa Fîskayayê ya navçeya Sûrê dest pê kir, li Baxçeyên Hevselê geriyan û kêfa xwe ji dîmenên xwezayî re anîn. Di bernameyê de Serokê Daîreya Veguhastinê Temel Cengîz axivî û spasiya her kesê ku beşdarî çalakiyê bû, kir. Cengîz anî ziman ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê piştgiriyê dide çalakiyên bi vî rengî û welatî vexwendin çalakiyên “Roja Bajêr a Bê Wesayît” ya ku dê roja Înê 22’ê Îlonê bê lidarxistin.

Meşa 'Roja Bajêr a Bê Wesayît' dê bê lidarxistin

Çalakiyên Hefteya Tevgerînê a Ewropayê, dê bi meşa “Roja Bajêr a Bê Wesayît” a ku dê di 22’ê Îlonê de bê lidarxistin, bi dawî bibe. Meş dê di saet 09.00’an de li ber Mizgefta Nebî ya li Kolana Gazî dest pê bike.

 

Image Gallery