Print this page

Ji Şaredariya Amedê, li wargehên xwendekaran xizmeta Diyarkartê

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku ji xwendekarên nû yên ku ji bo sala perwerdeyê ya nû hatine bajêr û li wargehan dimînin re hêsanî çêbibe, li wargehên xwendekaran stantên Diyarkartê vekir.

Midûriyeta Giştî ya Gihandine, ji bo ku di sala xwendinê ya nû de xwendekar bi hêsanî bikaribin bigihîjin karta xwe ya gihandine (Diyarkart), li wargehên xwendekaran ji bo 2 rojan stantên çapkirina kartê ava kir.

Xwendekarên nû, li wargehên Xalid Bîn Welîd û Silêman Bîn Xalid, dikarin bi hêsanî Diyarkarta xwe bistînin.

“Armanca me, gerîna bê zehmet a xwendekaran e”

Zekî Su, Midûrê Şaxa Kargêriya Otobusan a Midûriyeta Gihandinê, derbarê xizmeta hatî dayîn de agahî da û anî ziman ku armanca wan ew e ku bi avakirina stantên Diyarkartê li wargehên xwendekaran, ji xwendekaran re hêsanî çêbibe.

Su, ji hemû xwendekarên sala nû ya xwendinê re serkeftin xwest û wiha got: “Weke Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, me li wargehên xwendekaran stantên DÎYARKARTê vekir. Armanca me ew e ku em ji xwendekarên nû yên ku hatine bajêr re tavilê Diyarkartê bidin û bi vî awayî gerîna wan di nava salê de hêsantir û rehetir bibe.”

 

Image Gallery