Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li ser daxwazên welatiyan, di veguhastina komî de rêya otobusa bi koda “FE1” guherand. Ev guherîn ji bo ku xwendekar bi hêsanî û di wextê xwe de bigihîjin dibistanên xwe hatiye kirin.
Midûriyeta Beşa Gihandinê, ji bo ku xizmetên veguhastinê bi kalîte, rehet û bi lez pêşkêş bike, xebatên xwe didomîne. Li ser daxwazên welatiyan, ji bo ku xwendekar û mamosteyên dibistanan mexdûr nebin, di rêgeha otobusa “FE1” de guherînek hate kirin.
Berê, rê ji Bulwara Elezîzê ber bi Bulwara Mîr Cembelî ve dizivirî, ji ronahiyên (Întim) ber bi rastê ve dizivirî û digihîşte sêbîran (Uçkuyular). Lê bi rêziknameya nû re, otobus dê ji Kolana Alî Gaffar Okan a berê (ketina sêbîran, qada fuarê) bikeve, li pêşiya Parka Nevbahçe ya Şaredariya Yenîşehîrê derbas bibe û bi rêya kevin re girêbide.
Veguhastina xwendekaran dê hêsantir bibe
Bi vê guherînê re, xwendekarên ku li dibistanên Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anatolyayê ya Sêbîran (Uçkuyular), Lîseya Anatolyayê ya Orhan Asena, Lîseya Anatolyayê ya Şehîd Mehmet Mecît, Lîseya Îmam Xetîp a Zanist û Civakî, Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anatolyayê ya Farabî, Dibistana Navîn a Hamravat û Dibistana Seretayî ya Cahit Zarîfoglu perwerde dibin, dê bi hêsanî û di wextê xwe de bigihîjin dibistanên xwe.
Rêgeha Xeta FE1
ÇÛN: Taxa Gurdogan – TOKÎ – Tedaş – Seyrantepe – Sanayiya 1emîn – Mala Mamosteyan – Navenda Danûstendinê ya Forum – Îplik – Ketina Sêbîrên Kevin – Alî Gaffar Okan – Bulwara Cankatran – Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê.
VEGER: TOKÎya Sêbîran – Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê – Kolana Elezîzê – Navenda Danûstendinê ya Forum – Mala Mamosteyan – Sanayiya 1emîn – Seyrantepe – TOKÎ – Taxa Gurdogan.